Li Pêncwên demsala bacanên sore, lê cotyar bi gazindin

Li Pêncwên demsala çinîna bacanên sore, lê cotyar di xema firotina bacanên xwe de ne. Lê herî zêde jî ji bajarên başûrê Iraqê xwestek li ser kirîna bacanên wana heye. Cotyarên navçeyê jî ji bo xerckirina berhemên xwe daxwaz ji hikûmetê dikin ku li herêmê kargehek ya doşavê (salçe) vekin.


Bacanên sor bixwe zebzeyeke di demsala Havînê de çêdibe, lê ji ber pêşketina teknolojiyê niha di demsala Zivistanê de jî dibin serayan de têne çandin. Li navçeya Pêncwên di despêka meha Nîsanê de bacanên sor têne çandin û di naverasta meha Tebaxê de çêdibin û heya meha Kanunê jî dimîne.

Navçeya Pêncwên xwediyê 414308 donim zeviyên çandiniyê ye. Ji vê rêjeyê jî 24 hezar 459 donim zeviyên wê li ber avê ne. Beşek zêde zeviyên xwe jî bi sîstema dilop av dide. Ji van zeviyan jî cotyar beşek mezin dixin bacanên sor.

Cotyarê bi navê Faris Elî têkildarî rewşa berhemê îsal ji Rojnews’ê re axivî û got; “Berhemê îsal yê bacanên sor gelek başe.  Lê di bazarê de nirxê wê kême û mesrefa em lê dikin dernaxe. Nirxê yek kîlo bacanên sor di navbera 300-350 dînar de ye.”

Faris Elî di dewama axaftina xwe de behsa mesrefa ku ew li berhemên xwe dike kir û got, “Du kase ku em bacanan têxinê bi 1400 dînare. Her wiha kirêya wesayîtê ji bo veguhestina elweyê 80 hezare. Heqê karkerên diçinin jî dema em hesab dikin tu qezenca me cotyaran namîne.”

Faris Elî da zanîn ku wî salên borî bi dehan donim zeviyên xwe dixist bacan sor lê ji ber nayê firotin, wî îsal kêmek ji zeviyên xwe xistiye bacanên sor.

Cotyarên deverê diyar dikin ku tevî berhemek gelek baş heye, lê ji berku li nava bazarên Herêma Kurdistanê de hemû nayên firotin, ew berhemên xwe difiroşin bazirganên Ereb ên ji başûrê Iraqê tên.

Cotyarê bi navê Kemal Rehîm jî da zanîn ku ger li navçeyê kargehek mezin a doşavê were avakirin ewê bikarin bi hêsanî berhemên xwe hemû bifiroşin û wê derfetên kar jî hîn zêdetir bibin. Kemal Rehîm got, ji pîkabek tije bacanên sor tenê 30 hezar dînar dibe qezenca wan.

Têkildarî vê mijarê Berpirsê Çandiniya Pêncwên Saman Kerîm jî axivî û got; “Piraniya berhemê bacanên sor ên Pêncwênê tê şandin ji bo bajarên naverast û başurê Iraqê. Niha ji berku dema berhemê navxweyî ye, hatina bacanên sor ji dervey Kurdistanê hatiye ragirtin.”

(şk)