Li Pîremegrûn di nava kekek Tirkî de heb derket

Li Pîremegrûnê di nava cûreyeke kek ya malê Tirkî de heb derket. Ji ber vê sedemê bi biryara rêveberiya tendûristiyê ew cûre kek hate kom kirin û ji bo lêkolînê hate şandin. Qeymeqamiyeta Dukanê jî bang li welatiyan kir ku heya encamên lêkolînê derkevin, keka Luppo nekirin.


Qeymeqamê Qezaya Dukanê ya ser bi Silêmanî Sîrwan Serhed diyar kir wan li ser daxwaza Rêveberiya Tendûristiyê ya Dukanê keka Luppo bi sedema heb di navê de heye li markêteke bajaroka Pîremegrûn kom kiriye û ji bo lêkolînê şandiye Silêmaniyê.

Sîrwan her wiha destnîşan kir wan ji derveyî wê kekê dest daniye ser hemû tiştên di nava marketê de û lêkolîna derbarê mijarê de dewam dike.

Sîrwan diyar kir Rêveberiya Tendûristiyê li ser zirer û ziyanê ew dermanê di nava kek de lêkolîneke berfireh dikin û wê paşê welatî derbarê mijarê de agahdar bikin. Sîrwan her wiha ji hemû welatiyên herêmê jî xwest ku heya encamên lêkolînê bên eşkere kirin, ti kes keka Luppo nekire û nexwe.

Berê niha bikarhênerekî medya mecazî dîmenek weşandibû û diyar kiribû ku di nava keka Luppo de heb derketiye. Lê Wezareta Tendûristiyê ya Herêma Kurdistanê jî vê îddîayê red kiribû û diyar kiribû ku ew bê kontrol ti tiştek derbasê herêmê nakin û ev ji rastiyê dûre.

(bz)