Li Ranya kargeheke çêkirina zeyta zeytûnê hate vekirin

Li Başûrê Kurdistanê hewldanên ji bo berhemanîna malên navxweyî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de kargeheke berhem anîna zeyta zeytûnê li Ranya hate vekirin.


Li gel berfirehbûna boykotkirina malên Tirkî, hewldanên ji bo pêşxistina aboriya navxweyî ya herêmê jî pêşdikeve. Weke alternatîfa malên Tirkî beşek ji karsazên Başûrê Kurdistanê di nava hewldana pêşxistina projeyên berhemên navxweyî de ne. Ev hewldan her diçe li hemû parêzgehên herêmê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de kargeheke nû ya zeyta zeytûnê li bajarê Ranya ya girêdayî Silêmanî hate vekirin.

Li herêma Raperîn gelek zeviyên zeytûnan heye û têgotin, salane 200-300 ton zeytûn berhem tê. Bi gotina cotyaran eger zeytûnên Raperîn bibe zeyt û berhemên din jê derbike, dikare pêwîstiyê wê herêmê tev dabîn bike.

Yek ji wan cotyar û karsazan jî welatiyê bi navê Sabir Resûl e. Sabir Resûl xwediyê baxê zeytûnêye û ji sala 2008’an ve baxê wî heye. Sabir Resûl ji bo pêşxistina berhemên navxweyî karegehek çêkirina zeyta zeytûnê vekiriye û dibêje, “Piştî ku min baxê zeytûnê çêkir, min nezanî çi li berhemên wê bikim. Min hemû zeytûna li ser xizmên xwe û cîranan de belav dikir û beşek jî bi pêve diman û pûç dibûn. Ez fikrîm baxên zeytûnan li herêma Raperîn zehfin. Ji ber vê ez fikirîm kargehek wisa çêbikim, da ku cotyarên herêmê jê sûdwerbigirin. Min xwest bi vî awayî girîngî bidin berehmên xwemalî û pêwîstiya me bi tiştên derve nemîne.”

Sabir Resûl diyar kir nêzî du hefteye kargeh vekiriye û hîn herkes ji vebûna kargeha zeyta zeytûnê agahdar nebûne.

Resûl dibêje, kargeha wî dikare zeyta zeytûnê ya hemû herêma Raperîn dabîn bike û got, “Kargeha me dikare pêwîstiya zeyta zeytûnê ya herêma Raperîn dabîn bike û pêwîstiya vir bi zeyta derve namîne. Li Raperîn ji zeviyên zeytûnan 200-300 ton zeytûn derdikeve. Wê ev rêje di salên pêşde zêdetir bibin.

Resûl diyar kir hikûmet alîkariya cotyar û mirovên xwedî proje nakin û ev rexne li hikûmetê girt, “Hikûmet ti hevkariyek bi xelk û mirovên xwedî proje re nake. Berovajiyê wê carna astengî jî çêdike. Divê ji bo pêşxistina berhemên xwemalî, hikûmet rêveberiyek baş diyar bike, daku alîkarî bide cotyar û karsazên xwedî proje.”

(bz)