Li Şengalê pirsgirêka benzînê

Ji ber hinek pirsgirêkên di navbera benzînxaneyên hikûmî û taybet de du rojin benzîn ji bo Sinûnê nayê dayîn û ev jî bûye sedema krîzê.


Nêzî 12 roje pirsgirêka benzînê li Şengalê û bi taybet jî li nahiya Sinûnê heye. Di van du rojên dawî de jî bi temamî qût bûye û ev yek jî bûye sedema krîzê.

Şofêrên Şengalê diyar kirin benzîn nayê benzînxaneyên taybet û yên hikûmî jî pir kêm benzînê didin. Her wiha şofêran di ber nebûna benzînê de hikûmeta Iraqê berpirsyar girtin û diyar kirin ti qanûnek ji bo hinardekirin û dayîna benzînê nîne.

Li ser mijarê rêveberê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir wê pirsgirêka benzînê çareser bibe û got, “Ji ber pirsgirêk di navbera benzînxaneyên taybet û yên Mûsilê de derketibûn, pirsgirêk rû da. Wê pirsgirêk di nava du rojan de çareser bibe. Wê di nava du rojan de yên taybet jî bikevin dewrê .”