Li Şengalê xwedîkirina mêşên hingiv

Her çiqas kêm be jî li Şengalê welatî mêşên hingiv xwedî dikin. Mêşvanên Şengalê diyar kirin ku berhemên mêşên wan gelek kême, lê navdariya xwe heye û hingivê Şengalê cudahiya xwe heye.


Li Şengalê her çiqas kêm be jî welatiyên Şengalê mêşên hingiv xwedî dikin û debara jiyana xwe pê dikin. Mêşvan û esnafên Şengalê jî diyar kirin ku buhayê hingivê Şengalê gelek girane, lê kiryarên xwe jî zêde ne.

Berkat Talo mêşevanekî xelkê nehiya Tilezêr a ser bi Şengalê ye. 3 sale karê mêşvaniyê dike. Têkildarî xwedîkirina mêşên hingiv ji Rojnews'ê re axivî û got;"Ev sê sale em vî  karî dikin. Îsal berhemê mêşên hingiv pir kêm bûye. Bihara Şengalê biharek pir xweş bû. Lê, nizanin ji ber çi berhem kêm bû. Çiqas li Şengalê berhemê mêşên hingiv kêm be jî, lê hingivê Şengalê cuda ye. Hingiv ji derve tê, lê ne esliye. Hingivê ji derve tê, mêşê wan şekir didinê da ku berhemê wan zêde be. Lê hingiv xerab dibe. Li Şengalê ev yek nayê kirin."

 Berkat Talo diyar kir ku berhemê xwemalî baştire û pêwîst nake hingiv ji derve bînin li Şengalê bifiroşin.

Esnafê bi navê Coqî Cemîl jî wiha got;"Herî zêde hingivê Şengalê dikirin. Ev 4 swale ez dikandar. Hingiv dikirim û difiroşim. Gelek curên hingiv ji me tên. Lê hingivê Şengalê ji hemûyan girantire. Yek kêloya hingivê Şengalê bi 40 heta 50 hezar dînar tê firotin. Gel ji herî zêde hingivê Şengalê dikirin."

Cemîl eşkere kir ku eger girîngî bi berhemên Şengalê were dayîn wê têra Şengalê bike û got ku netenê hingiv hemû berhemên din jî.

(ab)