ŞEQLAWE / HEWLÊR
Li navçeya Şeqlawe ya Hewlêrê 11 sal in projeya nîştecihbûnê ya ji avakirina daîreyan pêk tê nehatiye temamkirin. Ev proje ji bo welatiyên kirêdar û bêderfet hatibû destpêkirin. Berpirsên Wezareta Avakirinê diyar dikin ku li benda hikûmetê ne heta ku jêre bûdce were veqetandin, da ku careke destpê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2011’an de biryar da ku li bajaroka Şeqlawa ya ser bi Hewlêrê hinek avahî ava bike ku ji 12 bînayan pêk dihat. Lê di sala 2013’yan de ji berî krîza darayî proje hate rawendin û heta niha jî temam nekirine.
Welatiyê ji Şeqlawe Abdullah Ezîz got: “Ji ber sedema destpêkirina vê projeyê rez û baxçeyan tine dikin û li beramber de jî tazmînatek kêm a baxçeyan dide. Heta niha li projeyê 2 caran kar destpê kiriye û piştre diraweste. Ne jî rê didin em kar li ser rez û baxçeyên xwe bikin.”
Rûniştvanek din ê Şeqlawe Subhî Bekir jî got: “Avakirina avahiyên nîştecihbûnê di warê aborî û civakî de girîng in. Niha li navçeyê gelek kes hene ku pêwîstiya wan bi avahiyan hene. Lê, xemsariya hikûmetê wiha kiriye ku ev avahî neyên temam kirin. Daîreyên Şeqlawe ji berî krîza darayî dest bi avakirinê kirin û niha ti sedem nîne projeyê temam nekin ku ev 11 sale destpêkirine. Welatiyên vê herêmê ji bo Kurdîtiyê bacek zêde dane, lewma bendewariyên welatiyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku ji bo wan xizmetê bike, lê ne tenê xizmet nekirine, belku ji xizmetguzariyên sereke jî em bêpar hiştine.”
Berdevkê Wezareta Avakirinê û Nîştecihbûnê ya Herêma Kurdistanê Merîwan Mela Hesen têkildarî karkirina li ser projeyê got: “Hinek avahiyên nîştecihbûnê di sala 2011 û 2013’yan de hatine çêkirin, lê ji ber sedemên cuda, nehatine temamkirin û karê wan hatiye rawestandin. Bi kabîneya 9’an re biryar hate dayîn careke din li wan projeyan kar were kirin, lê ji ber hatina vîrûsa koronayê û krîza darayî careke din karê wan projeyan hatin rawestandin.”
Berdevkê Wezareta Avakirinê û Nîştecihbûnê ya Herêma Kurdistanê Merîwan Mela Hesen wiha domand: “Armanca wezareta me, ewe ku van projeyan temam bike, da ku çîna hejar, kêmderfet û kirêdar sûd jê bibînin. Ji bo vê amancê em niha li benda Desteya Wezîran in, heta ku pereyan ji bo van projeyên nîştecihbûnê bide û em temam bikin.”
Navçeya Şeqlawe 50 kîlometreyan dûr dikeve bakur rojhilatê Hewlêrê. Ji 217 gund û 6 bajarokan pêk tê. Şêniya wê nêzî 200 hezar kese. Musilman û Mesîhî li navçeyê dijîn.
(ab)