Li Silêmanî welatî amadekariyên cejnê dikin

Li bazarên Herêma Kurdistanê ji ber nêzîkbûna cejna Remezanê qerebalixî çêbûye. Welatî amadekariyên xwe ji bo cejna Remezanê dikin.Dikandarek got; "Ji ber ku heya niha muçe nehatiye dabeşkirin, qerebalixî li gorî salên din kêmtire." Kiryarek jî got, nirxê tiştan gelek girane, ji bona wê bi qasî pêwîst nikarîn pêdawîstiyên xwe bicihbînin.


Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re her sal qerebalixiyek zêde li bazarên Herêma Kurdistanê çêdibe. Welatî ji bo kirîna pêdawîstiyên cejnê berê xwe didin bazaran.

Pêdawîstiyên ku welatî ji bo cejnê dikirin evin;Çîqolat, şîrînahî, çerezat, şerbet û hwd ji bo ku di rojên cejnê de pêşkêşî mêvanan bikin.

Ji bilî tiştên xwarinê welatî cilûberg ji bo xwe û zarokên xwe dikirin. Herwiha hinek welatî kelûpelên nava mala xwe di guherin û yên nû dikirin. Hinek welatî jî pêdawîstiyên ciwankariya nava malê dikirin.

Ji ber van pêdawîstiyên zêde yên cejnê, bûye sedem ku dinava bazaran de qerebalixiyek zêde çêbe. Lê hîna dikandar ji asta qerebalixiya nava bazarê nerazîne û kiryar jî ji nirxê zêde yê tiştan bi fikarin.

Ako Hemereşîd xwediyê dikana çerezatane li nava bazara Silêmanî, got; "Tevî ku xelk berê xwe didin bazaran jî lê tiştan nakirin. sedemê wêjî ewe ku hîna muçeyê fermanberan dabeş nekirine."

Welatiya binavê Efsane Mihemed ku ji bo kirîna pêdawîstiyan hatibû bazarê, fikarên xwe yên li ser giraniya nirxê tiştan wiha anî ziman; "Salên din rewşa bazarê baştir bû.Giraniya ku niha heye, salên din tunebû. Ji bona wê bi qasî pêwîst nikarîn pêdawîstiyên xwe bicihbînin."

(şk)