Mamostayên Germiyan ji ber direngdana muçe nikarin taqsîdên xwe bidin

Duşem, 27 Avrêl 2020 – 07:47  BOTAN HUNER/ROJNEWS

Mamostayên Germiyan ji ber direngdana muçe nikarin taqsîdên xwe bidin

Mamostayên Germiyanê nêzî 50 roj in ti muçeyek yê par û yê îsal ne wergirtine. Ji ber vê yekê mamosta diyar dikin ew nikarin taqsîdên xaniyên xwe di dema wê de bidin. Kompanya ku xaniyan ji bo mamostayan çêdike jî daxwaz ji mamostayan dike di dema xwe de taqsîdên xwe bidin. Vê yekê jî mamostayan xistiye di rewşek zehmet de.


https://youtu.be/v8OdruJyjpg”>

Li navçeya Kelarê projeya nîştecihbûna xaniyên mamostayan, projeyek hikûmiye û bi çavdêriya desteya weberhênan a Germiyan û Yekîtiya Mamostayan Şaxa Germiyanê ve hatiye dayîn ji bo kompanya Xîme El Salih. Ev kompanya  divê di nava 12 salan de projeyê bi hemû xizmetguzariyên wê ve temam bike. Berê bingehîn yê projeyê di 26’ê Tebaxa 2018’an de hatiye danîn.

Şêwazê pere dayînê jî wihaye, divê di destpêkê de û di sala yekem a projeyê de xwediyê  her xaniyek 10 hezar dolar pêşîn bide, piştre jî sê salan her meh 600 ta 700 hezar dînar were dayîn. Yanî divê  20 hezar dolarên din jî were dayîn. Piştî sê salan pereyê ma divê bi awayê taqsîd di nava 8 salan de were dayîn.

Niha kompanya ku xaniyan çêdike, bi daxuyaniyek daxwaz ji mamostayan kiriye pereyê xwe yê taqsîd bidin. Her wiha diyarkiriye divê di dema xwe de pere were dayîn, ger di dema xwede pere neyê dayîn wê rûbirûyê sizayên yasî bibin û rojane 5 dolar dikeve ser taqsîda mehane.

Vê  yekê jî mamostayan xistiye di rewşek zehmet de. Mamostayên Germiyanê diyarkirin bi qasî 50 roj in ne ti muçeyek yê par ne jî yê îsal ji aliyê hikûmetê ve nehatiye dayîn. Mamostayan gotin ji ber vê yekê ew nikarin pereyê mehane yê taqsîdan bidin.

Mamostayê bi navê Arî Ezedîn diyarkir ev proje li ser navê ku wê sûd bigihîne mamostayên Germiyanê hate destpêkirin, lê ji ziyanê zêdetir nedaye mamostayan. Arî Ezedîn da zanîn nirxê xaniyan û rêjeya taqsîdan zêde ye û mamosta nikarin bidin.

Di dewama axaftina xwe de Arî Ezedîn got; “Heya niha me ti muçeyek yê îsal wernegirtiye, nêzî 50 roj in jî me ti muçeyek yê par negirtiye. Em nikarin taqsîdên xwe bidin. Kompanya cîbicîkar jî zextan li ser me dike, diyarkiriye ger di dema xwe de taqsîd neyên dayîn ewê rûbirûyê sizayên yasayî bibin. Me jî biryar daye heya em muçe wernegrin em taqsîdan nadin.”

Li ser heman mijarê mamostayê bi navê Karwan Osman jî diyarkir mafê kompanya cîbicîkar heye li gora girêbesta heyî daxwaza taqsîdan ji wan bike. Karwan Osman di dewamê de got; “Lê hem taqsîd zêde ne hem jî em mamosta jî beşekin ji civakê, pirsgirêk û qirîza heyî bandora xwe li me jî dike. Ji ber wernegirtina muçe û kirîza aborî em nikarin taqsîdên xwe bidin. Ji bona wê em daxwaz ji hikûmetê û aliyên peywendîdar dikin taqsîdên projeyê kêm bikin û heya wergirtina muçe taqsîdan ji me wernegirin.”

Li ser vê mijarê wek Rojnews’ê me peywendî bi kompanya cîbicikar a projeyê re kir, yek ji berpirsên projeyê got; “Li gorî girêbesta di navbera me de heyî, ger taqsîd di dema xwe de neyên dayîn rojane 5 dolar wek siza dikeve ser taqsîdên mehane. Di vê qonaxê de kompanya me kar dike û pêwîstiya me bi pere heye.”

Her wiha diyarkir wan wek kompanya cîbicîkar  a projeyê gelek alîkariya mamostayan kiriye û got; “Hinek mamosta hene sê mehin ji ber rewşa aboriya wan lewaze me çavê xwe jêre girtiye. Heya niha jî me ti sizayek bi ser ti mamostayek de nebiriye. Her mamostayek jî ku nikaribe taqsîdan bide em ê destûr bidin heya ku rewşa heyî tê derbazkirin.”

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist