
'Mûçeyên karmendan nayên paşvexistin'
Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê ragihand, mûçeyê karmendan nayê paşvexistin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Kurdistanê, Awat Şêx Cenab li ser wan nûçe û daxuyaniyên ku behsa paşvexistina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê dikin, daxuyaniyek da û ragihand, ew nûçe û agahî rast nînin.
Awat Şêx Cenab her wiha da xuyakirin, mûçe ti carî nayê paşvexistin û dê mîna mehên borî her 30 rojan carekê mûçe bê dayîn.
Endamê lijneya Darayî ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Soran Emer diyar kiribû ku Wezareta Darayî ji Desteya Wezîran re pêşniyar kiriye ku mûçeyê mehên 10, 11 û 12’e yê kesên teqawîdbûyî bi temamî nedin.
Soran Emer li ser malpera xwe nivîsî; “Hikumetek sê mehî, 3 mûçe paşve dixe.”
(yş)