Navê namzetên ji bo serokatiya herêmê hatin belav kirin

Tê payîn serokê herêma Kurdistanê li parlamentoya herêma Kurdistanê bê hilbijartin. Nêçîrvan Barzanî nazmetê PDK yê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê ye. Parlamentoyê navê namzetên din yên ji bo serokatiya herêma Kurdistanê belavkir.


Piştî lihevkirina aliyên siyasî tê payîn serokê herêma Kurdistanê li parlamentoyê were hilbijartin. PDK’ê serokê niha yê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo serokatiya herêma Kurdistanê diyarkiriye.

Parlamentoya herêma Kurdistanê navê namzetên ji bo serokatiya herêma Kurdistanê belav kir.

Li gorî vê;

  1. Nêçîrvan İdrîs Mustefa
  2. Umêd Ebdulselam Qadir
  3. Mihemed Hemesalih Umer
  4. Rêbwar Ezîz Mustefa
  5. Hîwa Abdullah Xidir

Bê guman nav hatine belav kirin, lê li gorî lihevkirina aliyên siyasî wê namzetê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî li parlamentoyê weke serokê herêma Kurdistanê were hilbijartin.

(nr)