Nexşeya projeya City Pas a ji bo Hewlêrê hate amadekirin

Kompanyayek Îtalî nexşeya projeya City Pas ji bo Hewlêrê amadekir. Wezareta Veguhestin û Gehandinê  li benda hikûmetê ji bo destpêkirina projeyê bûdceyê veqetîne.


Li Hewlêrê projeyek ji bo veguhestina welatiyan hate amadekirin, eger ev proje bikeve meriyetê wê ji sedî 70 bajêr bigre nava xwe. Di derbarê vê projeyê de Berdevkê Wezareta Veguhestin û Geyandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Mihemed ji Rojnews'ê re axivî.

Berdevkê Wezareta Veguhestin û Geyandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Mihemed diyar kir ku kompanyayek Îtalî nexşeya rêyên projeya City Pas ji bo Hewlêr temam kiriye û got; "Em li benda hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ji bo budceyek ji bo vê projeyê veqetînin, da ku proje bikeve bi warê pêkanînê de."

Herwiha Umêd Mihemed got ku ew li benda kompanyanin ji bo serlêdana Wezareta Veguhestin û Geyandinê bikin û li ser projeyê kar bikin. Lê heya niha ti kompanyayek serdana wezaretê nekirî ye.

Umêd Mihemed eşkere kir ku ev proje ji sedî 70’ê veguhestina bajarê Hewlêrê digire nava xwe.

Li gorî zanyariyên bidest ketine, nihe proje li benda hikumeta Herêma Kurdistanê maye. Ji bo budceyek jêre veqetîne û piştre li gorî merc û pîvanên wê proje radestî sektora taybet were kirin.

(şk)