Nirxê neftê bilind bû

Piştî 13’ê Adara 2020’an cara yekem nirxê neftê bilind bû û gihîşt 33’ê dolaran.


Bi vekirina bazara petrolê ya cîhanê re, nirxê neftê bi 33’ê dolaran bilind bû. Piştî 2 mehan cara yekeme ku nirxê neftê bilind dibe.

Li gorî raporên borsaya Londonê nirxê nefta xaf ya ji bo Tîrmeha bê zêdetirî 33’ê dolaran hatiye diyarkirin.

Di heman demê de nirxê nefta Teksas jî îro danê sibehê gihişte 30 dolaran. Nêzî 2 mehe nirxê nefta Teksas dibin sifrê de bû.

Bihabûn û kêmbûna neftê,li gorî siyaseta  welatan, krîz, şer û rewşa li holê tê guhertin. Rojek weke rojekê nîne.

(nr)