Parlementerekî Goran: Nefta herêmê di destê Tirkiye û çend komên mafyayî de ye

Parlementerê Goran yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir nefta Herêma Kurdistanê ketiye destê Tirkiye û çend komên mafya û got, “Rastiyek tehl heye. Nefta herêmê malê Tirkiye û çend kom û kesên mafyaye. Ew difiroşin û birêve dibin. Eger herêm bixwaze ji vê krîzê rizgar bibe, tenê rêya çareseriyê ewe ku li gel Hikûmeta Federal a Iraqê li hev bike. Gelê herêmê û karmend çima bedela dizî û gendeliya berpirsan bidin.?”


Parlementerê Goran yê  Iraqê û Endamê Lijneya Enerjiyê Xalib Mihemed têkildarî pirsgirêkên neftê û ne li hevkirina hikûmeta federal û ya herêmê ya derbarê neftê de ji rojnameya Sabah El-Cedide re axivî û balkêşa li ser hinek mijarên girîng.

Xalib Mihemed diyar kir nefta Herêma Kurdistanê ketiye destê Tirkiye û çend desteyên mafya û ji bo derbaskirina krîza aborî jî ev tişt got: “Nefta herêmê ketiye destê Tirkiye û çend komên mafyayî. Ji bo Herêma Kurdistanê qeyrana darayî derbas bike, tenê rêya çareyê ewe ku bi Hikûmeta Federal a Iraqê re li hev bike.”

Did ewama axaftina xwede Xalib Mihemed dazanîn Nefta Herêma Kurdistanê ne di destê kesên xemxûr û xwedî berpirsyarî ve tê birêvebirin û wiha pêde çû, “Li dewsa kesên xemxûr û xwe di ber herêmê de berpirsyar dibînin nefta herêmê kontrol bikin, Tirkiye û çend komên mafya xistiye bin kontrolê. Yên beşdarê hikûmetêne lawazin û nikarin zext bixin li ser PDK’ê ji bo dosyayya neftê ji bin desthilatiya hizbî derxin.”

Mihemed bibîrxist ku hikûmeta herêmê ji sala 2002’an ve neft derdixe û ji sala 2017 heya 2014’an 266 milyon bermîlê neftê firotiye. Ji sala 2014 heya 2016’an  ve nefta Kerkûkê jî dibin kontrola wan de bûye û firotine. Niha herêm rojane 500 hezar bermîl neft berhem tîne, bêyku agahiya parlementoyê, dezgeha çavdêriyê û hikûmeta federal a Iraqê ji rêjeya berhemanîn, hindardekirin û dahata wê agahdar bike.”

Mihemed diyar kir pirsgirêka herî mezin a li ser pêşiya çareserkirina neftê weke nebûna şefafiyetê destnîşan dike û dibêje, “Ji ber şefafiyet di dosyaya neftê de nîne, pirsgirêka neftê ya navbera hikûmeta federal û ya herêmê de çareser nabe. Iraq sedî 90’ê dahata xwe ji neftê digire. Eger hikûmeta herêmê nefta xwe radestê Bexda neke, wê çawa daxwaza para xwe ji bûdceyê bike?.”

Ji ber krîza darayî ya di navbera herêm û Bexdayê de û bandora wê li meaşê karmendên herêmê Xalib Mihemed ev zanyarî da, “Eger herêm weke heya niha bûye guh nede qanûna bûdçeyê, wê para herêmê ya di bûdçeyê de bikeve metirsiyê.”

Parlementerê Goran Xalib Mihemed dazanîn Bexda di sala 2019’an de nêzî 6 trîlyon dînar derbasê xezîneya hikûmeta herêmê kiriye û van zanyariyan da, “Lê li beramber vêya hikûmeta herêmê yek dînar jî ji dahata herêmê nexistiye xezîneya hikûmeta federal. Çima gelê herêmê û karmend bedêla dizî û siyaseta gendel a berpirsên herêmê bide?.”

Xalib Mihemed di dawiya axaftina xwede careke din îşaret bi destwerdanên Tirkiye li nefta herêmê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Rastiyek tehl heye ku nefta herêmê malê Tirkiye û hinek komên mafyaye. Nefta herêmê di destê wan de ye û ew difiroşin û birêve dibin.”

(bz)