Pêkanînek Hewlêrê: Faturaya avê ya malekê 48 milyon dînar

Rêveberiya Avê ya Hewlêrê ji bo malekê 48 milyon dînar faturaya avê ya mehekê birî. Her ji gelek malbatên din re jî faturayên ku ji 10 milyon dînar zêterin hatine birîn. Rêveberiya avê îdîa kir ku şaştiyek çêbûye û ew mijarê lêkolîn dikin.


Li bajarê Hewlêrê sîstema nû ya belavkirin û amûra pîvana (saeta avê) avê ya malan, wekî barekî giran ket ser milê malbatan. Li hemû malbatan amûrên nû yên avê  hatine bicîhkirin, lê faturayên mehane yên avê ku ji malbatan re diçin, welatiyan matmayî dihêlin, nexasim reqemên di tevahiya faturayan de hatine nivîsandin gelekî zêde ne.

Li gorî lêkolînan li taxên Hewlêra Nû, Fermanberan, 94 Badawan, Daretû, 5 Hisarûkan, Beharî Nû û 99 Zanko çent taxên ku di faturayên avê yên malbatan de buhayek gelekî zêde hatiye nivîsandine.

‘Berîka welatiyan valeye, lê dîsa hikûmet qezenc dike’

Welatiyê bi navê Seîd Ebdulah yek ji welatiyên ku faturaya avê zêde hatiye. Seîd Ebdullah destnîşan kir ku rayedaran ji bo amûrên pîvana (saeta avê) pereyek zêde ji welatiyan distîne û wiha dom kir: “Ev saetên avê li hemû malan bicîh kirine. Li vir du fikirên cûdan li gel me çêdibin. Yekem ewe ku hikûmet bi hinceta nûkirina amûrên avê pirsgirêka xelkê Kurdistanê çareser nake, dixwaze berîka wan vala bike. Ya duyemîn jî ewe ku hemû kompaniyên bi vî karî re mijul dibin, peymanê bi hikûmetê re çêdikin. Hikûmet bi her awayî qezenc dike û di herî alî de zirar die welatiyan.”

Welatiyê bi navê Rêbaz Ehmed ê li Taxa Daretû rûdine jî li ser mijarê wiha axivî: “Em di xaniyekî kirê de dimînin. Li gel kiriya zêde, em her meh pereyê ceyrana giştî, ceyrana matorê taxê didin. Niha jî fatureya avê li ser van hat zêdekirin. Herî zêde pere ji bo avê tê, ev yek jî rewşa me ya jiyanî zehmetir dike. Pereyê ku ez mehane distînim, hemûyê didim deynê hikûmetê. Ger em temaşeyî saeta avê bikin, me ji pêwîstiya xwe zêde av bikar ne aniye. Lê sîtem seqet e û pereyez zêde dinivîse. Li taxa me ji bo hinek welatiya ji 100 heya 150 hezar faturaya avê hatiye. Ger ez tankera avê bikirim, evqa pere naçe.”

‘Li cihê 48 hezarî, 48 milyon nivîsîne’

Li ser pirsgirêkê Rêveberê Giştî yê Av û Avdaniyê yê Herêma Kurdistanê Mesud Kareş ji Rojnews ê re axivî û got: “Li seranserî Kurdistanê zêdetirî hezar dosyayên wiha hatine ber destê me ku pereyek zêde ji faturaya avê ji bo welatiyan hatiye. Lê em bi rêya ajansa we bang li tevahî welatiyan dikîn ku serdana navendên avê yên li taxên xwe bikin. ji ber ku wê lêkolînên me li ser van dosyayan berdewam bikin.Em jî, bi vê rewşê bi gumanin. Ji bo hinek welatiyan 48 milyon dînar faturaya avê hatiye nivîsandin. Di be ku 48 hezar be, lê karmendên me bi şaşitî kirîbin 48 milyon dînar.

 

(ep)