Pereyê petrodolar ji bo Çemçemal nayê dayîn

Qeymiqamê navçeya Çemçemal diyar kir ku bi pereyê Petrodolar gelek proje li navçê hatine çêkirin. Çalekvanên navçeyê ji diyar dikin ku heyan niha bi tu awayî xizmetguzarî ji bo navçeyê ne hatiye kirin û pereyê tê jî hizib ji xwe re xerc dikin.


Ji ber kargehên gaza xwezayî li sînorê navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê.  Salene pereyê petrodolar yê ji bo vê navçeyê hatiye diyarkirin, lê nayê zanîn kûde diçe. Heya niha jî rêjeya hatina vî perî ji bo wê navçeyê ne hatiye diyarkirin. Qeymiqamê Çemçemal diyar kir ku heya niha 7 milyon dolar  ji bo projeyan hatiye xerckirin.

Qeymiqamê navçeya Çemçemal Remk Remezan îşaret bi projeyan kir ku bi pereyê Petrodolar hati çêkirin û wiha got: “Ev proje hemû li ser bûdceya petrodolar hatine çêkirin. Weke projeyên rê, ava vexwarinê  ku ji rêya dûr ji bo navçeya tên. Her wiha xetên ceyranê ji bo hem gundê Çemçemalê  ku ji 25 gundan pêkhatiye hetiye kişandin.”

Remk Remezan diyar kir ku bûdceya Petrodolar zêde nîne lê gelek pirsgirêk û aloziyan çareser kirin. Ew projeyan amade dikin û ji bo qebûlkirina wê pêşkêşî wezaretê dikin piştî ku wezaretê îmze kir, bi awayek giştî ew pereyan ji sindoqa petrodolar a bankeya Kurdistanê ku heyan niha 7 milyon dolar ji bo projeyan hatine xerckirin re tê şandin.”

Her çiqas pereyê petrodolar ji bo navçeya Çemçemal hatiye diyarkirin jî, lê heya niha jî li navçeyê pirsgirêkên xizmetguzariyê hene.

Çalekvana medenî ya navçeya Çemçemal Peyman Sehdula li ser pirsgirêkên navçeyê wiha ji RojNews re axivî: “Weke pêwîst heya niha xizmetguzari li navçeyê nehatiye kirin. Ji salên 1990’an ve pirsgirêkên avê li navçeyê hene, lê heya niha jî ne hatine çareserkirin. Nabe hercar 7 yan 8 rojan ava vexwarinê ji welatiyan re berdin.”

Peyman Sehdula diyar kir ku ji derveyî pirsgirêka avê, li navçeyê pirsgirêka ceyrana giştî heye û got: “Di aliyê Geştuguzariyê de heya niha tu giringî bi navçeya Çemçemal ne hatiye dayîn.”

Peyman Sehdulala di dawiya axaftina xwe de  qala hebûna pereyê petrodolar kir ku pêwîste ev pere ji bo xizmetguzariya navçeyê bê xerckirin û wiha got: “Çiqas pere hebe hizib ji bo xwe xerc dike. Ji bo wê ez daxwaz ji hizbên siyasî, Desteya Wezîran û Jêderên Xwezayî dikim ku vî pereyê petrodolar ji bo pirsgirêka avê ya Çemçemal  bikar bînin.”

Pereyê petrodolar çi ye?

Pereyê petrodolar ji her 100 dolarî diyarkirina dolarekî ji dehata bîrên petrole û gazê ji bo herêmên petrol jê tê derxistine. Ji ber hebûna bîra gaza xwezayî ya Kormo ku Şîrketa Danagaz têde kar dike li sînorê bajarokê Qadir Kerem girêdayî Çemçemal, saleke pereyê petrodolar ji bo Çemçemal nehatiye diyarkirin.

(ep/rn)