Piştî 20 salan careke din çandinî destpê kir

Ji ber baran barîna zêde dilê cotyarên Şengalê kêfxweş bûye û piştî 20 salan cara yekem wê îsal cotkarên gundê Kersê ya çiyayê Şengalê dest bi çandiniyê bikin.


IIsal li giştî Kurdistanê û herêmê baraneke zêde barî. Li gelek cihan lehî rabû û li hinek deveran jî zirer da hinek cûreyên çandiniyê. Lê li aliyekî din jî gelek kaniyên ku bi salane hişk bûbûn û ji ber wê çandinî nedihate kirin îsal careke din ava van kaniyan herikî. Ev jî dibe sedem ku çandinî li herêmê geş bibe.

Gelek kanî û çavikên avê yên bi salane li gundê Kersê ya li çiyayê Şengalê hişk bûbûn bi saya barana îsal careke din vebûn. Ji ber hişkbûna van kaniyan cotkar dibêjin, 20 sale hinek zeviyên gund ne çandine.

Cotkarê bi navê Merwan Şengalî ku ji gundê Kersêye dazanîn ku salên berê av li Şengalê kêm bûye, ji ber wê wan nekariye zeviyan bikolin û biçînin û got, “Ji ber av li herêmê kêm bû û welatî jî nedikarîn amûrên anîna avê ji bo zeviyan dabîn bikin, dest ji çandiniyê berdan.  Beriya ku av kêm bibe titûna Geliyê Kersê ya bi kaniya Pîrexayê dihate avdan pir bi nav û deng bû. Ji ber barana zêde careke din derfet çêbû ku em zeviyên xwe biçînin.”

Merwan diyar kir ku ew dixwazin tevahî Geliyê Kersê şîn bikin û got, “Av îsal başe û derfeteke baş ji bo çandiniyê jî heye. Av zêdeye lê pêwîstî bi hinek bendan heye ji bo vala neçe. Ji bo vê jî karek taybet pêwîste. Eger wisa bibe emê qet muhtacê derve nebin.”

Merwan Şengalî diyar kir ew niha sebzeyên weke xiyar, bacan, bamya û hwd diçînin û dazanîn ku wê hem ji bo xwarina rojane xerç bikin hem jî bifiroşin.