Rêjeya bêkarî û dahata malbatan hate eşkerekirin

Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku rêjeya bêkariyê ya li Herêma Kurdistanê 10.2’ye û ji vêya jî sedî 30’yê ciwanan bêkarin.


Wezîrê Plandanînê ya Herêma Kurdistanê, Desteya Bîlançoyê ya Herêma Kurdistanê, Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Karên Niştecihbûnê û Rêxistina Navneteweyî ya Koç îro li Salona Sedî Ebdula ya bajarê Hewlerê têkildarî şênî, rêjeya bêkarî û dahata welatiyan ya 3 parêzgehan de daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Wezîrê Plandanînê Elî Sindî ve hate xwendin.

Sindî diyar kir ku wan di sala 2017’an de li parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Dihokê anketek çêkirine û got, “Anketa ku me di sala 2017’an kir de, 12 hezar û 699 kes ji parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Dihokê beşdar bûn.”

Elî Sindî diyar kir ku şêniyên Herêma Kurdistanê 5 milyon 755 hezar û 43 kes e û bi vî awayî şêniyên her malbatekî di derdora 5 kesî de ne.

Wezîrê Plandanînê her wiha rêjeya bêkariyê ya li Herêma Kurdistanê jî eşkere kir û got, “Li gorî anketa ku me kiriye, rêjeya bêkariyê 10.2’ye û sedî 30’yê ciwanên temenê wan di navbera 18-30 salî de jî bêkarin.”

Têkildarî dahata her malbateke Herêma Kurdistanê jî Sindî got, “Dahata sedî 87’ê malbatên herêmê ji milyonekî kêmtir e. Her wiha sedî 32’yê malbatan jî dahata wan jêr 500 hezar dînariye.”

Li gorî daxuyaniyê rêjeya karker û kesên di dezgehên ne hikûmî û taybet de kar dikin jî sedî 70’ye.  

Sindî her wiha diyar kir ku ewê di dawiya salê de encamên anketeke derbarê xwendin û tendûristiyê de jî eşkere bikin.

(ep/bz)