Rêveberê Gumirka Herêma Raperîn ragihand ku girtina deriyên sînor ê Sêmalkayê bandorê li ser dahata Herêma Kurdistanê kiriye.
Rêveberê Gumirka Herêma Raperîna Cewher Resul li avahiya rêveberiya bajarokê Qeladiz ya ser bi Îdareya Raperîn, derbarê kar û xebata sala 2021’an de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Cewher Resul diyarkir ku di sala 2021’an de ji deriyê Kêlî ve 30 hezar wesayîtên barhilgir hatine Herêma Kurdistanê. Li gorî Cewher, di salekê de hezar û 470 ton kel û pelên dema wan bi ser de çûne hatine vegerandin.
Cewher li ser bandora girtina deriyê Sêmalka ya li ser dahata Herêmê jî got; “Girtina deriyê Sêmalkayê bandora xwe li ser dahata Herêmê kiriye.”
(nr)