Rewşenbîrê Ereb: Ocalan ne tenê yê Kurda ye, yê tevahî gelan e

Rewşenbîrê Ereb Furaq Baban bal kişand li ser girîngiya têkoşîna Ocalan a ji bo bidestxistina mafên gelan û got; "Ocalan ne yê Kurda ye, yê tevahî gelan e. Felsefeya Ocalan ji bo nehiştina cûdahityêye. Divê kar ji bo azadiya Ocalan were kirin.


Rewşenbîrê Ereb Furaq Baban ku yek ji kesayetên Bexdayê ye, têkildarî xebat û têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Rojnews'ê re axivî.

'Ocalan ne tenê yê Kurdaye,  yê tevahî gelan e'

Faruq Baban diyar kir ku Ocalan rêveberek û şoreşgerekî neteweyî ye û got; "Ocalan jiyana xwe ji bo gelê Kurd û gelên din veqetandiye. Felsefeya wî ji têkoşîna nehiştina cudakariyê pêk tê. Daxwaza yekîtiya Ereb, Kurd, Ermen û Asûriyan dike. Nivîsên wî belgeyên rasteqîn ên vê têkoşînê ne. Lewma Ocalan ne tenê ji bo Kurdane, milkê hemû gelane. Ji ber fikir û felsefeya wî dewletên sûperhêz ew girtin."

Faruq Baban eşkere kir ku têkoşîna Ocalan bêhempaye û wiha domand; "Pêwîste hemû rewşenbîr, Tirkiye, komên siyasî û bi taybet rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan bi rolê xwe rabin, ji bo azadkirina Ocalan de."

'Divê Tirkiye deriyê danûstandina veke'

Baban diyar kir ku siyeyeta Tirkiyeyê rexne kir û got; "Hikûmraniya Tirkiyeyê danûstandina li gel Ocalan nake. HDP jî piştî damezirandinê, rastî girtinê û zextan tê. Pêwîste rêveberiya Tirkiyeyê deriyê guftûgoyan veke. Dest ji rêgezperestiyê bîne. Ji ber ku Tevgera Kurd heta ku negehe mafên xwe wê dest bi berdana çekan neke."

Rewşenbîrê Ereb Furaq Baban  herî dawî got; "Pêwîste pêşkeftxwazinên Tirkiyeyê li gel gelên din bi hevbeşî kar bikin, ji bo diyaloga civakî û aştiyê. Dawî li nakokiyan bînin. Ji ber ku bikaranîna zimanê şer bê sûde. Divê fêm bikin ku şer ji bo Tirkiye girane."

(ab)