Kompanyaya Gazê ya Prom-Export ya Rûsyayê ragihand ku biryara rawestandina şandin û firotina gazê ya ji bo welatên Holanda û Danîmarkayê hate dayîn. Sedem, ji ber ku her du welat kirîna gazê bi pereyê Ruble red kirine tê destnîşan kirin.
Kompanyaya Gazê ya Prom-Export ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi giştî henardekirina gazê ji bo kompanyaya GazTerra ya Hollandayê, Kompanyaya Orsted ya Danîmarkayê û Kompanyaya Shell ya Brîtanyayê ku gazê ji bo Danîmarkayê pêşwazî dike rawestandine.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji ber ku her du welat bi pereyê Ruble kirîna gazê redkirine hinardekirina gazê ji bo her du welatan hatiye rawestandin.”
Ji beriya niha jî ji ber redkirina bi pereyê Rûsya Ruble kirîna gazê ji Rûsyayê, li ser welatê Fîndlanyayê hinardekirna gazê hatibû rawestandin.
Di 30’ê meha Gulanê de Berpirsê Yekîtiya Ewropayê biryar girtibû ku heta dawiya salê henardekirina nefta Rûsyayê ji bo welatên din ji sedan 90 qedexe bikin.
Rûsya di hilberîna gazê de duyenîm welatê herî mezin yê cîhanêye û di hilberîna neftê de sêyemîn welatê herî mezin yê cîhanê ye. Bi rêjeya ji sedan 17’ê gaza cîhanê û ji sedan 12’ê berhemê nefta cîhanê dihilberîne.
(fk)