Şanda jinan a HDP’ê serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku îro ji bo hinek hevdîtinan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî berdewam dikin. Şande serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê kir.


Hevdîtinên şandeya jinan a HDP’ê bi serokatiya Parlamenter û Berdevka Peywendiyên Dîplomasî ya Jinên HDP'ê Felekknas Uca, ku têde Parlamentera Şirnaxê Nuran Îmîr, Parlamentera Amedê Semîra Guzel, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozdemîr pêk tê, li gel Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş û endama Nûnertiyê Mizgîn Arî li gel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berdewamin.

Piştî saetên nîvro şande serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê kir û li gel Jinên Hizba Zehmetkêş civiyan. Şande ji aliyê Endama Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan Nîştiman Kemal û çend endamek din ên hizbêve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civînê li ser naveroka civînê herdu aliyan civînek hevbeş ji bo çapemeniyê li darxistin.

Di civîna çapemeniyê de Endama Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Nîştiman Kemal axivî û got; “Me di civînê de behsa berxwedaniya ku li Bakurê Kurdistanê li beramberî siyaseta dijmirovî ya dewleta Tirk tê meşandin kir.”

Nîştiman Kemal da zanîn ku ew wek Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgiriya daxwazên şandeyê dikin û got, ji bo demokrasî bi serkeve divê qeyûm werin dûrxistin û kesên hatin hilbijartin carek din dest bi erka xwe bikin.

Di civîna çapemeniyê de Nîştiman Kemal balkişand ser dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê û da diyarkirin ku ewê wek hizb hewl bidin li gel rêxistinên din kar bikin ji bo asayîkirina rewşa Mexmûrê.

Li ser navê şandeya jinan a HDP’ê Parlamentera Şirnaxê Nuran Îmîr jî sipasiya piştgiriya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê kir û got; “Ji ber bombebaranên dewleta Tirkiye gelek welatî jiyana xwe ji destdane, ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi yekgirtinê heye. Herwiha em ji ber dorpêça li ser kampa Mexmûrê gelek di êşin.”

(şk)