Şandek ya bazirganên Holanda serdana Silêmaniyê kirin

Şandek ya bazirganiya Holanda li Silêmaniyê ji bo xurtkirina peywendiyên aboriyê li gel Herêma Kurdistanê, bi gel şaxa Yekitiya Hawirde û Hinardeya Kurdistanê ya Silêmaniyê re civiya.


Şandek ya bazirganên Holandayê ji bo xurtkirina peywendiyên aboriyê, bi şaxa Yekitiya Hawirde û Hinardeya Kurdistanê re civiyan.

Di civînê de gelek bazirganên Herêma Kurdistanê amadebun û behsa çawaniya xurtkirina peywendiyên bazirganî yên di navbera Holanda û Herêma Kurdsitanê de hat kirin.

Piştî civînê herdu aliyan li ser naveroka civînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê şandeya Holanda Tony Bush axivî û got: “Em hatine vir ji bo xurtkirina peywendiyên bazirganî yên di navbera Holanda û herêma Kurdistanê de. Emê li Herêma Kurdistanê li ser hêsanî kirina riyên bejahî kar bikin. Di aliyê zîraet, tendirustî û lawirvanî de jî em dikarin li gel Herêma Kurdistanê kar bikin û şirketên Holanda bênin li vir jî kar bikin.”

Piştre cîgirê giştî yê yekitiya hawirde û hinardeya Kurdistanê Şêx Eta Mihemed axivî û got: “Em dixwazin peywendiyên bazirganiyê li gel Herêma Kurdistanê bi hêz bikin. Ev şande taybet li ser çêkirin û danîna planên ji bo hêsanîkirina hatin û çûyîna rêyan dike. Em dixwazin ku şirket û bazirganê wan bên Herêma Kurdistanê bi heman awayî şirket û bazirganên me jî biçin serdana wan û têkiliyên bazirganî li gel hevdu xurtir bikin. Emê jî weke yekitiya hawirde û Hinardeya Kurdistanê hewil bidin ji bo xurtkirina peywendiyên herêmê li gel welatê Holanda.”

 

(şb)