کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê: Girtina derî zererê dide aboriya Başûr û Rojava

  ROJNEWS- SILÊMANÎ
11/01/2022 - 9:35:46 am
in ABORÎ
0 0
A A
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê: Girtina derî zererê dide aboriya Başûr û Rojava
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê girtina deriyê Sêmalkayê weke biryareke siyasî dizane û dibêje, “Zerermendê yekemîn ê girtina deriyan gel e. Bazirganên Başûr û Rojavayê Kurdistanê zerereke mezin ji vê biryarê dibînin. Em bi van pirsgirêkan kêfxweş nînin, hêvî dikin derî vebin.”

Ji roja 16’ê Kanûnê ve hêzên PDK’ê bêyî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt. Du roj piştî wê di 19’ê Kanûnê de deriyê bazirganiyê yê El-Welîd jî li ser Rojava de girt. Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê diyar dike, biryara PDK’ê ne xizmetê ji gelê Kurd re tenê xizmetê ji Tirkiyeyê re dike û banga vekirina deriyan û rakirina dorpêçê dike.Lê tevî nerazîbûnên gelê Rojava û Başûrê Kurdistanê jî PDK di polîtîkaya dorpêç û ambargoyê de bi israr e.

ji sala 2013’an ve ku deriyê Sêmalka-Pêşxabûr navbera herdu Rêveberiyên Kurd ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê de vekiriye, ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heywan, goşt, sebze û fêkî derbasê Başûr tê kirin û ji Başûrê Kurdistanê jî xwarin-vexwarin, pêwîstiyên înşaatan û hwd derbasê Rojava û Sûriye dibe. Her wiha bazirganiya du alî derfeta kar ji bo gelek welatiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê çêdike, lewma bazirganên Başûrê Kurdistanê ji van pêkanînên PDK’ê yên li dijî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîne.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Eyad Hisên ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî, girtina deriyên navbera Rojava û Başûr de ji aliyê PDK’ê ve weke biryareke siyasî dizane û dibêje; “Rojane guhertina berheman navbera Başûr û Rojava de hebû. Girtina derî zererê dide bazirganên herêmê û bandoreke xirab li bazarên Rojava û Başûrê Kurdistanê dike.”

Eyad Hisên daxuyakirin ku zerermendê sereke yê van pêkanînan gelek û got: “erermednê yekemîn ên girtina derî xelke. Em hêvî dikin derî vebin. Jixwe hewldan jî heye ji bo derî careke din werin vekirin.”

(bz)

 

Nûçeya berê

Davîd Sassolî jiyana xwe ji dest da

Nûçeya pişt re

Çeteyên DAIŞ’ê ji gundek Daqoqê ciwanek revandin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Aboriya dewleta Tirk xwe bi dahata nefta Herêma Kurdistanê li ser lingan digre

Aboriya dewleta Tirk xwe bi dahata nefta Herêma Kurdistanê li ser lingan digre

Gulan 16, 2022
Omer Gulpî: Dahat zêdeye lê nagihe gel

Omer Gulpî: Dahat zêdeye lê nagihe gel

Gulan 13, 2022

Pisporên Enerjiyê: Herêm dikare bi rêya Iraqê biryarek rast li ser firotina gaza xwezayî bide

Li Germiyan berhemên ceh û genim ji sedê 60 kêm bûye

Îranê herî zêde bazirganî li gel Iraqê kiriye

‘637 milyon dolarê Herêma Kurdistanê hat blokekirin’

Nûçeya pişt re
Çeteyên DAIŞ’ê ji gundek Daqoqê ciwanek revandin

Çeteyên DAIŞ’ê ji gundek Daqoqê ciwanek revandin

Yên Li Pêş

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Gulan 17, 2022

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6...

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gulan 16, 2022

Li Biradostê gerîlayên azadiyê derbek mezin li leşkerên Artêşa Tirk dagirker xistin. Gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk...

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Gulan 16, 2022

Li wargeha Mexmûrê Komkujiya Hewlerê bi tundî hate şermezar kirin. Li ser navê kesên di komkujiyê de hatin windakirin û...

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Gulan 16, 2022

Piştî 17 mehan 5 girtiyên Behdînanê hatin dadgehkirin û Dadgeha Hewlêrê li her yek ji wan 2 sal cezayê girtîgehê...

‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’

‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’

Gulan 17, 2022

Çalakvanê siyasî yê Şengalê Şêx Nûrî got, ji ber xeterî û gefên li ser civaka Êzidî hene, pêwîst dike hêza...

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Gulan 16, 2022

Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û gotin; “Eger saxin û di girtîgehê dene, berdin. Eger hatine...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist