Sîstema nehevseng, reva sermayedaran û dagirkirina bazarê

Sektora aboriya Herêma Kurdistanê ji ber girtina kargehan, sermayedar û bazirgan pereveyên xwe dibin derveyî welat di xeteriyê de ye. Beşek ji sermayedaran sermaya xwe dibin derveyî Kurdistanê. Li cihê wan jî sermayedarên biyanî bazarên Herêma Kurdistanê dagir dikin û ji bo xelkê giraniyê çêdikin.


Di van demê dawî de yek ji mijarên ku bûne pirsgirêk krîza aborî ye. Li gorî lêkolînên Herêma Kurdistanê Herêma Kurdistanê bi çavkaniyên xwe yên aborî dewlimende û dikare pêwîstiyên xwe yên hundirîn pêk bîne. Lê, ew sîstema aborî ya ku heye, li pêşiya asteng bû ku ev çavkaniyên aboriyê bikeve ximzeta hemû civakê. Ji aliyekê ve hejmarek kes dewlimend dibin û piraniya civakê jî jê bêpar dibin.

Ji ber nebûna hevsengiyê piraniya kargehên naxweyî tên girtin

Li gorî daneyên ji Rêveberiya Giştî ya Geşepêdana Pîşesazî ya Silêmaniyê hatine girtin, tenê li herêma Parêzgeha Silêmaniyê 951 kargehên navxweyî xwe tomar kirine, ji vane 462 kargeh ango ji sedê 48'ê van kargehan deriyê xwe girtine.

Ji bo wergirtina hejmara giştî ya kargehên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û hejmara wan kargehên li Herêma Kurdistanê hatine girtin, me peywendî bi Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê kir, lê daneyên li ber destê xwe eşkere nekirin.

Rêveberê Geşepêdana Pîşesaziya Silêmaniyê Mihemed Cebar ji Rojnews'ê re axivî û bal kişand li ser sedema kargehên li Silêmaniyê hatine girtin kir û diyar kir ku hinek ji ber pirsgirêkên navxweyî û hinek jî ji ber pirsgirêkên derve tên girtin û wiha qala pirsgirêkên navxweyî kir;"Kiriya zevî, ceryan, av û sûtemeniyê li ser xwediyê kargehan zêde kirin. Evane bûye sedema giraniya erka xwediyên kargehan."

Mihemed Cebar li ser sedema derve jî îşaret bi hawirdekirina berhemên derve kir û wiha domand,"Anîna rêjeyek zêde ya tiştên qalîteya wan nizim, yek ji sedemên din ên lawazbûna kargehane. Ji ber ku ew piştgiriyek baş ji welatê xwe digirin. Evane hemû sedem in ku kargehên me nekarin li ser piyên xwe rawestin."

Di aliyek de kargehên navxweyê tên girtin, aliyê din kesên ku sermaye bidest dixin, hewl didin sermeyeyên xwe bibin dervey welat. Beşek sermeyedarên ku deyn ji hikumetê wergirtîn û deynê xwe nedane, beşek jî ji ber bê baweriya rewşa ewlekariya herêma Kurdistanê sermeyeyên xwe dibin derve.

 Li gorî daneyan, li Herêma Kurdistanê bi sedan milyoner û zêdetirî 25 milyarder kes hene. Ev kesane zêdetirî xwe sermayeyên xwe ji projeyên bazirganî û hilberînên li herêma Kurdistanê derxistine.

Sala 2014’an weke destpêkirina qeyrana aborî tê dîtin, Hikumeta Herêmê 2 tiriliyon dînar da komek hilberînvan daku projeyên cûda pêkbînin. Lê çend sal derbaz bûn û beşek mezin yê sermayedaran deynê hikumetê nedane. Sermayedar pereyê xwe dibin ji derve. Niha Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi biryarek zextê li sermayedaran bike daku deynên xwe bidin.  

Di nîvê meha Tebaxa îsal de, Hikumeta Herêma Kurdistanê diyarkir ku her kesê ku deynê hikumetê li gel be, çûyîna derve wê ji bo wî were qedexe kirin.

Hejmarek rast ya sermayedarên çûyîn ji derve li ber destê me nîne. Lê li gorî çavkaniyek taybet, hinek sermayedar dixwazin beriya ku biryar were bicihanîn, dixwazin Kurdistanê bihêlin û biçin. Hinek ji sermayedarên din jî ji ber bê baweriya bi hikumetê û rewşa herêmê, ji bo danîna garantiyek xwe berê xwe didin ji derve. Yanî ger dewlemendek xwedî 10 milyon dolarî be, 2 milyon dolar dibe ji derve.

Serokê fraksiyona Tevgera Goran yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Hemesaleh di daxuyaniyek xwe ya li ser girtina kargehan de got; “Ev metirsîdare, beşek mezin yê kargehên herêmê berê xwe didin Başûr û navîna Iraqê. Beşek dinjî difikirin kargehên xwe bigrin.”

Elî Hemesaleh sedemê vê bi siyaseta xelet ya hikumeta Kurdistanê ve girêda. Herwiha got ku hikumet giringiyê nade berhemên navxweyî, ceryanê giran dike û piştgiriya berhemên navxweyî beramberî yên ji derve nake.  

Rêveberê Geşepêdana Pîşesazî ya Silêmanî di derbarê sermayeya diçe ji derve de got; “Girtina kargehan bi xwere kar ji holê radike. Ev jî dibe sedem ku nirxê kel û pelan di bazarê de bilind bibe. Ji ber ku çend berhem zêdebe, wê ewqas nirxê wî jî kêm be. Ger berhem kêmbe vê carê nirxê wî zêde dibe.”

Ji bo çareser kirina van pirsgirêkane, di 27’ê Tebaxa 2019’an de rêxistinên xwedî kargehên Kurdistanê daxwaznameyek radestî parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku divê êdî xwediyên kargehan û sermayedarên Kurdistanê veguhestina sermayeya xwe ne hizirin. Yanî malê xwe ji welatek nebin welatek din.

Lê heya niha pêngavek pratîkî ji bo bersivdana van daxwazên pêşîgirtina sermayedaran û girtina kargehên navxweyî de nehatiye dayîn. Ev jî di van deman de zererek mezin dide welatiyan. Ji ber ku berhemên navxweyî bê biha dimînin û li cihê wan kompanyayên biyanî bazara herêmê dagir dikin. Di encam de nirxê wan li ser welatiyan bilind dibe.

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 hezar ofîsên kompanyayên biyanî hene. Nîvê van kompanyayane jî yên Tirkiyeyê ne. Ev kompanya jî zêdetirî xwe di aliyê pîşesazî, berhemhênan, sotemenî, telefon û avahîsaziyê de kar dikin.

(rn)