Soran Omer: Wê hikûmet her 45 yan 50 roja carek muçe bide

În, 3 Avrêl 2020 – 08:00  HEWLÊR/ROJNEWS

Soran Omer: Wê hikûmet her 45 yan 50 roja carek muçe bide

Li Herêma Kurdistanê muçeyê milyonek û 200 hezar kesan di jêr metirsiya birîn yanjî kêmkirinê de ye. Vê yekê jî di nava muçexweran de fikar bixwere anîne. Her çendî ku hikûmetê diyarkir wê destkarî di muçe de nekin, lê karmend bi fikarin. Parlamenter Soran Omer jî diyarkir li gorî zanyariyên bi dest wî ketine wê hikûmet her 45 yan 50 rojan carek muçe bide.


Li gorî daneyên ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, Li Herêma Kurdistanê li gorî sîstema bayometrî milyonek 200  hezar muçexwer hene. Di van salên dawî de gelek caran guhertin di dayîna muçe de çêbûye, niha jî hikûmet deyndarê çend muçeyek yê karmendane.  Her wiha di dema  xwe de jî muçe dabeş nake. Ev yek jî bûye sedem tirs û fikar di nava milyonek û 200 hezar muçexweran de çêbe.

Li ser vê mijarê Seîd Ebdullah yê ku li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêmê karmende, diyarkir piştî sala 2014’an û virve ew hertim ji ber muçeyê xwe bi fikarin û got: “Her tim destkarî di muçe de tê kirin. Her carek dibin navek cuda de destkarî li muçeyê karmendan tê kirin. Ji bona wê em hertim bi fikarin.”

Her çendî ku hikûmetê diyarkir ew ê ti destkariyek di muçeyê karmendan de nekin, lê fikarên karmendan xilas nebûn û bawerî bi sozên hikûmetê naynin. Li ser vê yekê jî Seîd Ebdullah hêvî xwest ku êdî hikûmet destkarî di dana muçe de neke û her 35 rojan carek muçe dabeş bike.

Tevî ku niha muçe dereng tê dayîn jî, di ser de hikûmet deyndarê muçeyê 8 mehan ê tevayê karmendane.

Li ser mijarê Endamê Komisyona Darayî û Aborî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Soran Omer diyarkir hikûmet dixwaze muçeyê mehên bê bi behaneya daketina nirxê neftê destkarî di muçe de bike. Omer got: “Hikûmet newêre peyva paşkeft û kêmkirina muçe bixe rojevê. Li gorî zanyariyên bi destê me ketine, hikûmet dixwaze destkariyê di rojên mehê û mehên salê de bike. Yanî mehê 30 roje bike 45 ta 50 roj û wê demê muçeyek tenê bide. Yanî niha 8 meh yên îsal mane, lê hikûmet dixwaze muçeyê 5 mehan bide.”

Di dewamê de Soran Omer da zanîn ew her derengxistinek ya muçe wek hîle û navên cûda dizanin û wek binkeftina hikûmetê dibînin. Her wiha Omer got ger ev hikûmet nikaribe muçeyê muçexweran bide pêwîste dest ji kar berde.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist