Piştî soza hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo erzankirina benzînê, tevî ku Iraqê erê kir ku benzînê bişîne, lê hîn buhayê benzînê erzan nebûye. Welatî lîtreya benzîlê bi 800 dînaran dikirin. Şofêr jî wê yekê weke baca ji aliyê kompanya û desthilatê ve tê standin dibînin.
Di 21’ê Tebaxê de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî diyar kir ku rojane milyonet lître benzîna kalîteya wê baş wê ji Iraqê digihî Herêma Kurdistanê û wê buhayê yek lître benzîn bibe 650 dînar.
Piştî hefteyekê Wezareta Nefta Iraqê bi daxuyaniyek fermî erê kir ku benzînê bişîne Herêma Kurdistanê ku rojane hezar û 80 metirsêgoşe ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê bişîne.
Di daxuyaniya Wezareta Nefta Iraqê de dihate gotin ku ew benzîna ku ji bo Herêma Kurdistanê biçe, divê lîtreya wê li benzînxaneya bi 650 dînaran were firotin.
Niha li ser dema hatî diyarkirin re 6 roj derbas bûn, lê hîn benzîn erzan nebûye. Li benzînxaneya benzîna normal lître bi 800 dînaran, lîtreya benzîna mihesîn bi 900 dînaran û benzîna super jî bi 975 dînaran tê firot in.
Vê yekê jî wiha kiriye ku şofêr ji vê rewşê bifikar û nerazî bin. Li gorî şofan sedama giranbûna benzînê, dizî, berjewendî û qanaxçîtiya hizbên desthilat in. Li gorî wan ew pereyê ku zêde tê standin weke bac ji wan tê standin.
Herwiha niha baweriya welatiyan bi soza Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî nemaye û dibêjin bi erzankirina tiştekê, tiştek din giran dikin.
Hinek şofêr jî diyar dikin ku bûne qurbanê kompanyayên desthilatê û dibêjin bi talankirina çavkaniyên binerd, neft û xêr û bêrwa welat têr naxwin û berîka welatiyan vala dikin. Şofêr diyar dikin ku ev rewş tenê bazirganîkirina li ser xelkê ye.
(ab)