Ti berhemek navxweyî sedî 50 pêwîstiyên herêmê pêşwazî nake’

Lijneya kar û barê tendirûstî  û jînge ya parlamentoyê got ku ti berhemek navxweyî zêdetirî sedî 50 pêwîstiya herêmê pêşwazî nake. Lijneyê got ku ji ber vê pêwîste gumrik hêdî hêdî zêde bêkirin neku bi bandorê li ser jiyana welatiyan çêbike.


Di çend rojên dawî de ji ber qedexe kirina hawirdekirinê, nirxê hêkan bi awayek berçav bilind bûye. Li ser vê mijarê lijneya kar û barê tendirustî û jînge ya parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê lijneyê Bextiyar Şukrî Silêmanî axivî û got; “Biryara hikumeta navendî ya li ser gumrikê bûye sedemê bilindbûna hinek kel û pelên li Herêma Kurdistan û Iraqê. Ev yek jî bandorek nerênî li ser jiyana welatiyan çêdike. Piştî lêkolînê derket holê ku ti berhemek navxweyî ji sedî 50 pêwîstiyên navxweyî pêşwazî nake. Hinek jî hene tenê ji sedî 10 pêwîstiya navxweyî pêşwazî dike û giranbûna gumrikê bandorê li ser granbûna nirxê kelûpelan dike. Hîn jî heya niha sîstemek yekgirtî a baş li herêmê û Iraqê nîne.”

Di daxuyaniyê de ji derveyî alternatîfa ji welatên derve hinardekirina bo herêmê, ti pêşniyareke din a ji bo hilberîna navxweyî û geşepêdana aboriya herêma Kurdistanê ne hate pêşkêşkirin. Careke din welatên derve ji bo bazara Başûr navnîşan hate nîşandan.  

(nr)