Tirkiye 4 mehin dahata neftê nedaye Herêma Kurdistanê

 Parlamaneterê Iraqê eşkere kirin ku Tirkiyeyê dahata 4 mehan a nefta Herêma Kurdistanê ji bo neşandiye û gotin ku ji ber vê mûçeyên du mehan ên karmendan nehatine dayîn. Herwiha parlamenterê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn eşkere kir ku wezareta çavkaniyên xwezayî li ser vê mijarê bersiva pirsên nedaye.


Li gorî daxuyaniya Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Serkewt Şemsedîn û parlamenterê Iraqê Ehemd Hacî Reşîd, 4 mehin hikûmeta Herêma Kurdistanê dahata nefta dişîne Tirkiyeyê negirtiye.

Parlamaneterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yê Parlamentoya Iraqê Serkewt Şemsedîn li ser gotegotên ku 4 mehin dahata nefta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re nehatiye şandin got; "Ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî nerasterast, nezalal û desthilata parlamentoyê jî li ser nîne, em nikarin ti agahiyên rast ji hikûmetê bigirin. Tişta ku bi destê me ketiye, qala vê yekê dikin ku 4 meh in Tirkiyeyê dahata nefta Herêma Kurdistanê ya firotiyê nedaye. Lê, sedema nedayînê nehatiye gotin. Li gorî agahiyên me, peymendî bi tirsa Tirkiyeyê ya ji doza Iraqê li Odeya Bazirganî ya Navneteweyî li dijî vekirî ve heye."

Sala 2014'an, di dema kabîneya Nurî Malikî de, Hikûmeta Iraqê ji ber ku dewleta Tirk û Şirketa Botaş bêyî erêkirina Iraqê nefta Herêma Kurdistanê biriye Bendera Ceyhanê, li Odeya Bazirganiya Cihanê (ICC) giliya dewleta Tirk û Şîrketa Botaş a Tirkiyeyê kir.

Doza ku Hikûmeta Iraqê ji ber peymana petrolê ya di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de vekiriye, wê di 26'ê Nîsanê de de bihata dîtin, lê ji bo demek nediyar hate paşxistin. Eger Iraq dozê qezenç bike, li gorî agahiyên Parlamenterê Iraqê Dr. Xalib Mihemed dane wê Tirkiye 26 milyar dolar bide Hikûmeta Iraqê.  Herwiha pêwîste şandina nefta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bendera Ceyhanê bide rawestandin.

Parlamaneterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yê Parlamentoya Iraqê Serkewt Şemsedîn li ser vê dozê ji Rojnews'ê re axivî û got; "Berpirsên Tirkiyeyê rasterast û bi eşkere ji Iraqê re gotine; 'eger ev doz Tirkiyeyê neçar bike ku 24 milyar dolar tazmînat bide Iraqê, em yek dolarê xwe nadin û em ê pereyê dahata nefta Herêma Kurdistanê bidin.' Bi vê yekê re dahata nefta Herêma Kurdistanê bi tevahî dikeve destê Tirkiyeyê de û yek dolarê ji Herêma Kurdistanê re navegerîne."

Li gorî Serokê Koma Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih, niha Herêma Kurdistanê rojane 240 hezar bermîl neft ji bo Bendara Ceyhanê dişîne û ji bo firotina her bermîlek neft 23 dolaran distîne. Tevî ku nirxê yek bermîl neft li bazara cîhanê 70 dolar e. Li gorî vê encama giştî ya dahata nefta mehane 289 milyar û 800 hazar dolar e. Ango nêzî 350 milyar dînarê Iraqî dike.

Li gorî vê dahata 4 mehan a nefta Herêma Kurdistanê ya diçe Tirkiyeyê dike, milyarek û 105 milyon û 200 hezar dolar. Ev pere li Tirkiyeyê maye û ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin.

Ne şandina vî pereyî bûye sedem ku mûçeyên du mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê neyê dayîn. Ji ber ku hikûmeta Iraqê mehan 522 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan dişîne. Lê ji bo dayîna mûçeyên karmendan pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 850 milyar dînar heye. Ji dahata naftê mûçeyên karmendan temam dike.

Serkewt Şemsedîn li ser mijara nedayîna mûçeyên wiha got; "Iraqê mûçeyên 4 mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê şandiye. Lê, heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê mûçeyên du mehan ên karmendan dane. Ev jî ji ber vê yekê ye, hikûmeta Iraqê 522 milyar dînar ji bo mûçe dişîne, pereyê dimîne jî dahata neftê hesab dike. Lê, ji ber ku Tirkiyeyê ew pere neşandiye, wiha kiriye ku hikûmet nekare mûçeyên karmendan bide."

Parlamaneterê Iraqê Serkewt Şemsedîn peywendiyên aboriyê yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rexne kir û wiha pêde çû; "Bazara çend salên borî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê ti bingehên xwe yên qanûnên navneteweyî nîne. Tenê awayekî yê qumarkirinê bû. Peymanên veşartî yên berpirsên Herêma Kurdistanê yên li gel hinek berpirsên Tirkiyeyê ev rewşa niha afirand."

Gelo agahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji rewşê heye?

Serokê Koma Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê  Dr. Şêrku Cewdet eşkere kir bi riya nûçeyan agahiya 'Tirkiyeyê dahata nefta Herêma Kurdistanê neşandiye' bihîstiye û got; "Ti belgeyek ku piştrast bike nîne. Li ser vê mijarê min peywendî bi wezareta darayî û çavkaniyên xwezayî re hate kirin, lê hate niha bersiv nedaye. Wezeta Darayî jî dibêje, 'mehane pereyên mûçeyan ji me hatiye û agahiya me j mijarek wiha nîne."

Gelo Tirkiye dixwaze bi pereyê Herêma Kurdistanê tazîmata Iraqê bide?

Aborînas  Çiya Necmedîn wiha bersiva pirsa 'gelo Tirkiye dixwaze bi pereyê Herêma Kurdistanê tazîmata Iraqê bide? da; "Di warê qanûnî de, qet mafê dewletekê nîne dahata dewleteke din bigire û dest dane li ser. Lê, ev peywendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê heye, peywendiyên yasayî nebûn û wiha kir ku dewleta Tirk gelek bi asayî  netenê dahata neftê bigire, hîn zêdetir zextê li Herêma Kurdistanê bide, da ku hîn zêdetir neftê ji bo bişîne. Hîn zêdetir dahat ji bo Tirkiyeyê bimîne."

Aborînas  Çiya Necmedîn ê di warê yasayê de xwedî dîplomeya masterê ye, bal kişand li ser riyên yasayê yên ku eger Tirkiye dest dane li ser dahata Herêma Kurdistanê û got;" Herêma Kurdistanê di çarçoveya dewleta Iraqê de, eger bixwaze vegere peymanên navneteweyî, divê vegere Bexda. Ji ber ku tenê dewleta dikare kar li ser yasayên navneteweyî bike. Pêwîste Herêma Kurdistanê amadebe vegere Bexda ku berjewendiyên giştî yên Iraqê û xaka Herêma Kurdistanê de ye. Lê kar ji bo berjewendiyên xwe yên taybet dikin."

(ab)