Welatiyên Dihokê ji ber giraniya bazarê gazindan dikin

Weke hemû navçe û bajarokên Herêma Kurdistanê li Dihokê jî welatî di meha Remezanê de zêdetir berê xwe didin bazarê ji bo kirîna xurak û tiştên din ên pêwîst. Lê bazirgan û dikandar nirxan zêde kirine. Qeymeqamê Dihokê jî got; "Ev bilindbûna nirxan peywendiya xwe bi Remezanê ve tuneye, her kesek nirxê tiştan zêde bike jî wê were siza dan."


Weke hemû navçe û bajarokên Herêma Kurdistanê li Dihokê jî welatî di meha Remezanê de zêdetir berê xwe didin bazarê ji bo kirîna xurak û tiştên din ên pêwîst. Lê bazirgan û dikandar nirxan zêde kirine. Qeymeqamê Dihokê jî got; "Ev bilindbûna nirxan peywendiya xwe bi Remezanê ve tuneye, her kesek nirxê tiştan zêde bike jî wê were siza dan."

Her sal di meha Remezanê de li Herêma Kurdistanê nirxê tiştan bi taybetî jî nirxê xurakê dinava bazarên Herêma Kurdistanê de bilind dibin. Ji beriya meha Remezanê Qeymeqamtiyan komîsyonên çavdêrîkirina nirxên bazarê avakirin. Lê cardin nekarîne pêşî li bilindbûna nirxan bigrin.

Tîma Rojnews'ê jî ji bo lêkolînê serdana bazara Dihokê kir, nêrînên welatiyan û dikandaran li ser rewşa bazarê girtin.

Qasim Cewher ku karkereke ji bo kirîna hinek pêdawistiyan serdana bazarê kiribû, eşkere kir ku nirxê hinek tiştan du qat sê qat zêdetir bûye.

Qasim Cewher daxwaz ji hikûmetê kir ku kesên divê mehê de firsendê dibînin û nirxê tiştan zêde dikin werin siza dan.

Dikandarê bi navê Zeyd Ebdulkerîm berovajî kiryaran got; "Hîn bazar germ nebûye, bihayê kelûpelan wekî berê ye, lê di nirxê hinek xurakan de guhertin çêbûne. Sedemê giraniya kelûpelan bazirganin, ger ew li ser me nirxê tiştan zêde bikin em jî neçarin bi girantir bi firoşin. Xelk zêde gilî li me dike, lê ger rastiya vê yekê bizanin wê gilî nekin."

Zeyd Ebdulkerîm daxwaz ji hemû dikandaran kir ku di meha Remezanê de alîkarê welatiyan bin.

Li ser mijarê Qeymeqamê Dihokê Cewher Elî ji Rojnews'ê re axivî û got; "Em hemû salek di meha Remezanê de komîsyonek ya çavdêriyê avadikin. Ji beriya destpêkirina Remezanê me serdana dikan, moll û cumlefiroşan kir, me ji wan xwest ku kêmjî be bihayê hinek xwarinên ku bi taybet di vê mehê de têne xarin kêmbikin. Lê mixabin ev çand li cem me lewaze, berovajî li cem me di rojên pîroz yên netewe û baweriyan de em hewildidin zêdetir qazanc bikin."

Tevî ku qeymeqam eşkere kir ku rojên pîroz yên netew û baweriyan wekî firsendek tê dîtin ji bo zêdekirina nirxan, lê got; "Bilindbûna nirxan tu peywendiyek bi meha Remezanê ve tuneye. Peywendiya wê bi xalên gumirgê yên Herêma Kurdistan û Iraqê ve heye. Hinek ji kelûpelan gumirg li ser hatiye danîn, ev yekjî bûye sedemê bihabûna hinek tiştan. Yek ji sedemên din ên zêdebûna nirxan parastina mafê berhemhênerên navxwene. Yanî heya ku berhemên navxwe yên Herêma Kurdistan û Iraqê digihin, gumirgeyek zêdetir tê danîn li ser hinek berhemên ji derve tên."

Cewher Elî destnîşan kir ku komîsyonên wan yên çavdêriyê bi berdewam serdana bazarê dikin û eşkere kir ku divê nirxê kelûpelan wek ji beriya Remezanê bin. Herwiha Elî got ku li cihên ku nirxê kelûpel lê hatîn girankirin jî cardin nirxê wan  anîne xarê wekî ji beriya Remazanê lêkirine.  Herwiha eşkere kir ku wan hinek dikandaran ji ber sedemên ku kelûpelên xirabûyî firotine siza dane û dikanên wan daxistine heya ku ew mercên heyî bi cîhtinin dikanên wan têne girtin.

(şk)