Welatiyên Hewlêrê: Desthilat û bazirganan bi hevre destdanîne ser bazarê

Pênçşem, 2 Avrêl 2020 – 08:05  HEWLÊR/ROJNEWS

Welatiyên Hewlêrê: Desthilat û bazirganan bi hevre destdanîne ser bazarê

Welatiyên Hewlêrê dan zanîn ku li dikanên Hewlêrê pêdawîstiyên jiyanî kêmbûne û nirxê kelûpelan gelek giran bûye. Welatî dibêjin bazirgan û desthilat bi hevre sixtekarî di bazarê de dikin û dest danîne ser bazarê. Wezîrê Karên Hindir jî diyarkir wê hêsankarî ji bo dikandaran bikin ji bo bikarin kelûpelan veguhêzin dikanên xwe.


Li Herêma Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna virûsa Koronayê ji 14’ê Adarê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeya derketina derve bandorek nerênî li ser debara jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

https://youtu.be/QCJ2wcXChsU”>

Wezareta Karên Hindirîn a Hikumeta Herêma Kurdistanê biryara qedexeya derketina derve heya 10’ê Nîsanê dirêj kir. Welatiyên Hewlêrê jî bi rêya Rojnews’ê fikarên xwe li ser kêmaniya pêdawîstiyên rojane û giraniya bazarê anîn ziman.

Welatiyê bi navê Sabir Mihemed got li gora wî bazirgan û desthilat şirîkin ji bona wê ye dikarin di nava bazarê de kelûpelan giran bikin. Mihemed da zanîn ger desthilat bixwaze dikare bazarê kontrol bike û rê nede nirxê kelûpelan were girankirin.

Sabir Mihemed diyarkir her çendî ku rayedarên hikûmetê  rojane daxuyaniyan didin ku ewê destûr nedin nirxê kelûpelan were girankirin lê li bazarê nirx bilind bûne û wek mînak got: “Ji beriya niha kîsek yê ard bi 12 hezar 500 dînara bû, lê niha bi 16 hezar dînara ye. Tebeqeyek hêk destpêkê bi 2 hezar û 500 dînara bû, lê niha bi 6 hezar dînara ye. Ev sixtekariye tê kirin û bargiraniyê li ser welatiyan çêdike.”

Têkildarê heman mijarê welatiyê bi navê Sîrwan Îbrahîm jî da zanîn ji ber dabeşnekirina muçe di dema xwe de û rawestandina kar, pere di berîka welatiyan de nemaye. Îbrahîm destnîşankir ku ji dema ragihandina qedexeya derketina derve û şûnde nirxê gelek kelûpelan di bazarê de giran bûye û ev yek jî bûye sedem ku welatî pirsgirêkan jiyan bikin.

Ji dervey girankirina nirxê kelûpelan, kêmaniya pêdawîstiyên rojane li dikanên Hewlêrê jî bûye yek ji  pirsgirêkên sereke.

Rojnews’ê vê fikarên welatiyan gihand rayedarên hikûmetê, li ser vê yekê jî Wezîrê Karên Hindir Rêber Ehmed got, danûstandinên bazirganiyê berdewamin û ti pirsgirêkek ya peydakirina xurakê li Herêma Kurdistanê çênabe. Ehmed got ger firoşgehek vala bibe, ji ber wê yekê ye ku welatî pêdawîstiyên xwe kirîne û ji ber qedexeya derketinê dikandar nekarîne kelûpelên nû bînin nava dikana xwe.

Di dewamê de wezîr diyarkir wê di nava van 10 rojên qedexeya derketinê de dikandar bikarin ji saet 1’ê şevê heya 6’ê sibehê kelûpelan veguhêzin dikanên xwe.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist