Wezîrê Bazirganiyê: Wê qeyrana xurekê çênebe

Çarşem, 18 Mar 2020 – 15:37  HEWLÊR/ROJNEWS

Wezîrê Bazirganiyê: Wê qeyrana xurekê çênebe

Wezîrê Bazirganiyê diyarkir ku ew rê nadin nirxê kel û pelan bilind bibe û da zanîn ku xurekên ku bihayê wan bilind bûye, ji derve tên.


Wezîrê Bazirganiya Herêma Kurdistanê kemal Muslim serdana elwaya Hewlêr û beşek dikanên bajarê Hewlêrê kir. Kemal piştî gera xwe daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Em rê nadin qeyrana xurek çêbibe. Hewldanên Hikumeta Herêma Kurdistanê yên ji bo peydakirina xurek û pêwîstiyên derman dewam dike. Em rê nadin valehiyek çêbibe. Herwiha em rê nadin nirxên kel û pelan jî bi biha bibe. Lijneya çavdêriya bazirganiyê karên xwe dewam dike.”

Kemal Muslim da zanîn ku wê hawirdekirina xurek ji bo Herêma Kurdistanê dewam bike û ne raweste. Wezîrê Bazirganiyê li ser pirsa nûçegihanê me ya li ser bihabûna nirxê pîvaz, pitat û bacanan jî got; “Ew tiştên ku biha bûne ji dervey Herêma Kurdistanê tên. Li cihê ku jê têne giranin. Yanî di nava bazara Herêma Kurdistanê de nehatiye giran kirin.”

https://youtu.be/QCJ2wcXChsU”>

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist