Yekîtiya Hawirde û Henardekaran: Piraniya bazirganan malê Tirkî hawirde nakin

 Li Başûrê Kurdistanê bandoriya boykotkirina berhemên Tirkiyeyê zêde dibe û rêjeya geştyarên ji Başûrê Kurdistanê diçin Tirkiyeyê ji sedê 74 kêm bûye. Cîgirê Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekaranî Herêma Kurdistanê Eta Mihemed diyar kir ku piraniya bazirganan malê Tirkî hawirde nakin.


Her çiqas heta niha rêjeya fermî ya boykotkiirna berhemên Tirkiyeyê diyar nebûye, lê pêngava boykotkirina  li seranserî Başûrê Kurdistanê belav bûye û roj bi roj berfireh dibe. 

Di destpêka de pêngava boykotkirina berhemên Tirkiyeyê bi riya torên civakî destpê kir. Piştre bi awayekî kirdarî xelkê dest bi boykotkirina malên Tirkiyeyê kirin. Rojane di nava bazaran xwendekarên zanîngehê ji bo şiyarkirinê pêngav dan berdewam kirin. Di pêngavanê de ji welatiyan re tê gotin ku kirîna her berhemekî Tirkî weke, ji bo sîngê Kurdekê kirîna gulekê ye.

Heta niha bi seden hezar kes beşdar bûne. herwiha bi dehan kampanyayên geştiyarê biryara boykotkirina geştên ji bo Tirkiyeyê dane û sefên ji bo Tirkiyeyê betal kirine. Di rojên 19, 20 û 21 Cotmehê de sê seferên bafirên li Balafirgeha Silêmaniyê ya ji bo Stenbolê hatin betal kirin. Li gorî daneyên Yekîtiya Kampanyayên Geştiyarên Herêma Kurdistanê rêjeya geştiyariya ji bo Tirkiyeyê ji sedê 74 kêm bûye.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekaranî Herêma Kurdistanê Eta Mihemed derbarê bandoriya boykotkirina berhemên Tirkiyeyê li ser hawirdekirina berhemên Tirkiyeyê ji Rojnews'ê re axivî û got;"Piraniya bazirganan helwest girtîne û berhemên Tirkî hawirde nakin. Yên serdana me dikin û ji wan pirsiye, dibêjin ku me hewirdekirina berhemên Tirkî boykot kirine. Eger îro ve berhemên Tirkî yên li bazarê hene, neyên kirîn, wê bazirgan jî neçar bibin ku neyînin."

Ji ber ku Herêma Kurdistanê heta niha nekariye girîngiyê bi aboriya navxweyî bide û pêwîstiyên welatiyan hilberîne, bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de di sala 2018'an de 8 milyar dolar bû. Berhemên ku ji Tirkiyeyê hawirdeyî Herêma Kurdistanê tê kirin, bi xurek, cilûberg, derman, mobîl û amûrên binesaziyê pêk tên.

Li Herêma Kurdistanê niha boykotkirina berhemên Tirkî berdewam dike û welatî berhemên Tirkiyeyê nakirin.

Pisporê aboriyê Dr. Bêstûn Sabûrawayî diyar kir ku dibe ku ji ber boykotkirinê demekê kêmbûn pêk were, lê bi derbasbûna demê re ev jî çareser bibe û bide ku buhayê wan erzantir jî bibe û got;"Ev jî di encama boykota ji nişkan ve pêk tê. Bazirgan pêre nagihîn valahiya çêbûyî dagirin.

 Cîgirê Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekaranî Herêma Kurdistanê Eta Mihemed têkildarî valahiya ku ji ber boykotê çêbûyî û altarnatîfan got;"Dikarin ji Îranê yan jî Besra tiştan hewirde bikin ku ji Çîn û welatên Ewropa tînin. Bandoriyê li ser bazarê jî nake. Bazirgan jî bixwazin dikarin di kûna derziyê de tiştan bînin. Lewma bi ti awayî Herêma Kurdistanê rastî astengiyan nayê."

Pisporê aboriyê Dr. Bêstûn Sabûrawayî wiha domand;"Gelek dewlimend amadene ku li Ukraniya berheman hawirde bikin. Herçiqas Ukranya ji Tirkiyeyê durtire, lê wê bi nirxekî ji yê Tirkiyeyê erzan bigihîje me. Gelek cih hene. Dikarin li Çînê jî bînin. Bazirgan bi nirxek gelek erzan ji Çînê tînin."

Li gorî pisporan boykotkirina berhemên Tirkiyeyê dikare ji bo girîngîdana berhemên navxweyî bibe derfetek. Herwiha zêdetir girîngiyê ziraetê bidin.

(ab)