Zebeşên binavûdeng yên Pênciwên nayên firotin

Zebeşên şîrîn û binavûdeng ên Pênciwên li bazarên Herêma Kurdistanê nayên firotin, bi nirxek erzan difiroşin bazarên naverast û Başûrê Iraqê.


Zebeşên Pêncwên li ser asta Iraqê binav û dengin, dema dikandar bangdikin, dibêjin ‘Zebeşê Pêncwên’ gelek kiryar li derdora xwe komdikin. Lê ji ber zêdebûna zebeş cotyarên Pêncwên nikarin berhemên xwe bi temamî bifiroşin.

Navçeya Pêncwên serbi parêzgeha Silêmaniye, xwediyê 86 hezar û 549 donim zeviyên çandiniyê ye. Nêzî 5 hezar welatî li navçeyê karê çandiniyê dikin. Baxên xwe jî bi sîstema dilopan (damlama) av didin.

Li Pêncwên gelek berhemên çandiniyê têne çandin. Niha jî demsala çinîna zebeş, kalek û bacan sorane, berhemek zêde çêbûye. Yaku cotyaran dixe nava fikaran ewe ku berhemên wan hemû li nava bazarê de nayên firotin û bi nirxek kêm difiroşine.

Li ser mijarê cotyarê binavê Rehman Şêxedîn diyar kir ku wî 6 ton zebeş biriye bazarê bi 30 hezar dînar firotiye. Şêxedîn diyarkir ku wî milyonek dînar lê xerckiribû heya dema çinînê.

Ji berku zebeşên cotyaran li bazarên Herêma Kurdisanê hemû nayên firotin, cotyarên Pêncwên zebeşên xwe bi nirxek erzan difiroşin bazirganên naverast û başûrê Iraqê.

Cotyarên Pêncwên hem berhemên navxweyî peydadikin, hemjî derfetên kar ji bo karkerên deverê peydadikin. Li Pêncwên di saet 15:00’an de karker diçin karê çinîna zebeşan. Her komek ji bo barkirina kamyonek du saetan kardikin. Barkirina her kamyonek zebeş jî bi 100 hezar dînaran bardikin. Her pîkabek jî bi 15 hezar dînaran bardikin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Pêncwên Saman Kerîm, sedemê nefirotina berhemên cotyarên Pêncwên bi zêdebûna berhemê îsal ve girêda û diyar kir ku li gora pêdawîstiyên navxweyî berhemek zêde heye.

Ji beriya niha jî Berdevkê Yekitiya Îtalat û Îxracatê ya Herêma Kurdistanê Bextiyar Mela Emîn di daxuyaniyek ji bo Rojnews’ê de destnîşan kiribû ku ji sala 2008’an ve wana çend pêşniyar pirojeyek pêşkêşî hikûmetê kirine, ji bo danîna beradan (amêrên sarkirinê) ji bo berhemên zêde têde werin ragirtin. Lê hikûmetê bersîv nedane û nebûna budce weke sedem nîşan dane.

Têkildarî hinardekirina berhemên herêma Kurdistan ji bo dervey welat jî Bextiyar Mela Emîn diyar kiribû ku welatên cîran di vê werzê de berhemên wana bixwe heye, pêwîstî bi berhemên herêmê nine.

(şk)