Ziyana rawestandina geştên asîmanî bi milyonan dolar e

Rawestandina geşta asîmanî bandoreke zêde li ser aboriya herêma Kurdistanê û beşên cihêreng ên kar kir. Tê diyarkirin ji ber vê rewşê ziyana Herêma Kurdistanê bi milyonan dolar e. Rêveberê Balafirxaneya Silêmanî jî anî ziman ku ji bo destpêkirina geştan niha ti planek nîne.


Piştî belavbûna vîrusa Koronayê hikûmeta Iraqê 17’ê Adarê biryara rawestandina hemû geştên asîman girt. Vê biryarê balafirxaneyên Herêma Kurdistanê girt nav xwe.

Têkildarî mijarê Rêveberê Balafirxaneya Silêmanî Tahir Ebdulla û Rêveberê Şîrketa Aroz Star a Geştyariyê Herêz Hîwa ji Rojnews re axivîn.

‘Divê gel baldar be’

Rêveberê Balafirxaneya Silêmanî Tahir Ebdulla diyar kir ku heta niha jî ji bo destpêkirina geştan ti plan nîne û got, “Biryara vekirina balafirxaneyan di destê Rêveberiya Balafirxaneyan a Iraqê de ye. Ev jî li gor Lijneya Bilind a Têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê tevdigerin. Ji bo asayîbûna vê rewşê heta niha jî tiştek xuya nake.”

Gotegotên têkildarî li hinek deveran biletên geştên asîmanî bi nirxekî giran tên firotin ku hene, Tahir Ebdulla îdîayên têkildarî destpêkirina geştan red kir û li hember van hewldanên sext e, bang li gel kir baldar bin.

Rawestandina geşta asîmanî ziyaneke zêde gihandiye aboriya Herêma Kurdistanê û şîrketên geştyariyê jî. Tahir Ebdulla têkildarî vê xisûsê jî wiha axivî: “Nebûna geşta asîmanî ziyaneke zêde da balafirxaneyan, şîrketên geştyariyê û aboriya herêmê. Gelek şîrketên bazirganiyê, taksî û barhilgir ev du meh e kar nekirine.”

‘Gelek kes bê kar man’

Rêveberê Şîrketa Aroz Star a Geştyariyê Herêz Hîwa jî ji ber geştên asîmanî nînin rastî ziyaneke zêde hatine û gelek karmendên wan çûne malên xwe û bê kar mane.

Herêz Hîwa destnîşan kir ku sala bihurî di van deman de bi hezaran geştyar û bi taybet di cejnê de gelek kes ji Iraqê dihatin Herêma Kurdistanê. Herêz Hîwa anî ziman ku ji ber vê rewşa niha bi milyonan dolar zerar û ziyana aborî li Herêma Kurdistanê bûye.

Rawestandina geşta asîmanî ku li ser aboriya Herêma Kurdistanê bandorek zêde çêkiriye, ji ber pêla duyemîn a vîrusa Koronayê heta niha jî têkildarî vekirina balafirxaneyan tiştekî diyar nîne.

Li gor amara sala 2020’an a Wezareta Şarevanî û Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê, li herêmê nêzî 500 ofîsên şîrketên geştyariyê hene, sala bihurî ji derveyî welêt û bajarên Iraqê bi hezaran geştyar hatine Herêma Kurdistanê.

(yş)