'AKP’ê konseptek nû ya îmha û şer xistiye dewrê'

Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Seydî Firat bal kişand li ser konseptek nû ya îmha û şer ya AKP’ê û wiha got: “Gelê Kurd li dijî polîtîkayên şer û îmhayê têkoşîna mafê xwe dide meşandin.” Firat bal kişand li ser 14 xalên deklarasyona KCD’ê jî û got ku deklarasyon demokrasî û yekîtiya gelê kurd digre nava xwe.


OMER ÎKE / AMED

Endamê Dîwana Serokatiyê ya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Seydî Firat ser konseptek nû ya îmha û şer ya AKP’ê ji RojNews’ê re axivî. Firat diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd konseptek nû ya îmhayê daye dest pê kirin û wiha got: “Di konsepta şer ya AKP’ê de qirkirina gelê Kurd heye. AKP bi rojan li ser planên qetilkirina Kurdan û Kurdistanê çawan bike qişlayek leşkerî dixebite. Li Kurdistanê AKP’ê polîtîkayek qirêj ya qirkirina siyasî û leşkerî xistiye dewrê. Her roja ku diçe encamên van polîtîkayên qirêj derdikevin holê.”

‘Berxwedana rûmetê’

Firat da zanîn ku hikûmeta AKP’ê konseptek şer ya amadekariyên ji beriya 3 salan xistiye meryetê û wiha got: “Çavên AKP ewqas sor bûye ku bi awayek hovane êrîşî taxên gel yên ‘Rêveberiyên xweser’dike û bê navber mirovên Kurd qetil dikin. Li dijî van êrîşan gelê Kurd berxwedanek bêhempa ya rûmetê dide meşandin. Ev berxwedan di dîrokê de wê bi tîpên zêrîn were nivîsandin.”

‘Cenaze bi rojan li erdê man’

Firat bal kişand li ser êrîşên dewletê yên li ser taxan û wiha axivî: “Hikûmeta AKP û dewleta Tirkiyeyê bi awayek bê qanûnî û mirovahî li Sûr, Cizîr û Silopî êrîşî gel dike. Di nav de pitik, zarok, jin, kal û mêr jî heyî bi awayek hovane qetil dike. Bi rojan cenazeyên Kurdan li erdê dimînin. Weke ku lawirek kuştine û cenazeyê wî avêtine holê. Bi zanabûn van polîtîkayan didin meşandin. Dixwazin gelê Kurd bê îrade bikin. Di çavê dewletê de yan mirovek hatiye kuştin yan jî lawirek ti ferqa wê nîne. Ev kiryarên AKP’ê kiryarên faşistin. Dixwazin li dijî gelê Kurd întiqamê bigre û li dijî Tevgera Azadiyê sor bike. Li dijî zilma AKP’ê gelê Kurd jî rûmeta xwe diparêze.”

‘Demokrasî û yekîtî’

Firat nîqaşên têkîldarî deklarasyona li Cıvata Giştî ya KCD’ê jî bi bîr xist û wiha axivî: “Ji bo çareserî û yekîtiyê me deklarasyonek ji 14 xalan pêk tê weşand. Naverokek deklarasyona me ya ku ji bo dîsa hevdîtin û pêvajoya diyalogê destpêbike hebû. Demokrasî, yekîtî kiribû hedef. KCD’ê rexneyên heyî şopandin. Tenê dewleta Tirkiyeyê dixwaze gelê Kurd her dem dibin desthilatdariya wan de be. Ti mafê gelê Kurd tine be. Li gorî dewlet dixwaze gelê Kurd rêve bibe. Kengê bi xwazin deftera gelê Kurd bigrin. Yanî bê rûmetiya gelê Kurd dixwazin. Li dijî vê yekê jî me pêwîst dît ku deklarasyonek bi weşînin.”

‘Nûnerên gel hedef digrin’

Endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Seydî Firat di dawiya axaftina xwe de got ku piştî deklarasyona KCD’ê, bi awayek lezgîn der barê Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê lêpirsîn hate vekirin û wiha got: “Di serî de dixwazin hevserokên HDP’ê, siyasetmedarên Kurd bixin hedef û êrîşî nûnerên gel dikin. Dixwazin hêza siyasî ya gel bi rûxîne û ji holê rakin. Bi van polîtîkayan jî ev pirsgirêk çareser nabe.”

(rn)