Armanca duyemîn ya komploya 9’ê Cotmehê

Dewleta Tirk dijminatiya li Kurdan ji bo xwe kiriye mîna nexweşiyekê. Sed sale bi Kurdan re mijûl dibe. Fena gayê ku paçê sor bibîne hema li kuderê Kurdek behsa azadiyê û Kurdayetiyê bike, êrîş dike. Ev çi nexweşiyeke bi rastî jî mirov zehmetiyê dikişîne ku fêhm bike.


Dewleta Tirk naxwaze bi ti awayî rastiya Kurd weke neteweyekî qebûl bike. Sed sale li şûna ku bi awayekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike, timî hewl dide bi rêbazên qirkirin û şidetê ji holê rake. Bê guman diminatiya li dijî Kurdan di dema desthilatdariya faşîst ya Erdogan de gihişt asta herî jor. Dîktatorekî mîna Erdogan êdî hebûna xwe bi tunekirina Kurdan an jî di şerê li dijî Kurdan de dibîne. Şerê li dijî Kurdan ji bo xwe weke mijareke heyatî dibîne. Ji ber ku di her alî de dor lê teng buye, desthilata wê li ber hilweşînê ye, dibe ku her gav ji ber sûcên şer were darizandin, ji lewre jî weke gurekî har êrîşî Kurdan dike.

Dewleta Tirk ya ku li Bakurê Kurdistanê li ser Kurdan qirkirinê pêk tîne û gaveke herî piçûk jî ji wanre qebûl nake, li dijî parçeyên din yên Kurdistanê jî bi heman polîtîkayê tevdigere. Di bin şerê li dijî PKK’ê de nîvê erdê başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Di referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de berî dewleta Iraqê ew li dij derketin. Niha jî ji rêjîma Sûriyê zêdetir ew li dijî sîstema demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin derdikevin. Ev 8 sale  gelê Rojava bi berdêlên giran sîstemeke demokratîk ku ji bo hemû herêmê bibe mînak avakirine bi êrîş û dagirkirinê dixwazin ji holê rakin. Bi hevkariya hêzên navneteweyî Efrîn dagir kir. Niha jî dixwazin herêmên din yên Rojava dagir bikin. Ji ber vê yekê di 9’ê Cotmehê de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di 9’ê Cotmehê 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ji Sûriyê hatibû derxistin. Ango li ser navê Kurd û Kurdistanê li kuderê çi hebe û çi bê kirin dixwazin ji holê rakin.

Dîsa serkêşiya vê êrîşa dagirkeriyê ya dawî a li dijî Rojavayê Kurdistanê Emerîkayê kir. Ango di encama erêkirina DYE’ yê de dewleta Tirk êrîşa dagirkirinê li dijî Rojava destpêkir. Bê guman fêhmkirina vê yekê ne zehmet e. Sîstema Hegamonîk ya Navendî di nava qeyraneke mezin de ye.  DYE ya ku hêza pêşeng ya vê sîstemê ye li Rojhilatanavîn bêçareye û bi cih anîna projeyên xwe yên li herêmê de di nava tengaviyê de ye.  Ji bo ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe yên li ser herêmê bikarbîne û tawîzan jê bigire mîna 9’ê Cotmeha 1998’an dîsa gelê Kurd weke qurban hilbijart. Bê guman Kurd ew sîstema ku DYE serkêşiya wê dike baş nas dikin û dizanin ku xwedî ti pîvan, rêgez û exlaq nîne. Ji ber vê jî ti gazincên Kurdan ji vê sîstemê tune ye. Ev çil sale li dijî vê sîstema wî înkar dike têdikoşe û wê ji îro pêde jî vê têkoşînê berdewam bike. Ji ber ku Kurd mafdar in, li ser axa xwe ne û têkoşîna wan jî rewa ye.