Berwarî: Ji gelê Başûr tê xwestin ji bo piştgiriya Bakur dakevin qadan

Endamê Desteya Rêveberiya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku wê gelê Bakurê Kurdistanê dest ji warê xwe bernedin û bang li hemû saziyên netewî û navnetewî kir, xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê der kevin.


SILÊMANÎ / ROJNEWS

Endamê Desteya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK'ê, Dr. Kamûran Berwarî bûyerên li Bakurê Kurdistanê rû didin, ji ajansa me re nirxand. Kamûran diyar kir ku pêwîste her kes xwedî li berxwedana Bakur derkeve û got; "Di serî de em berxwedana Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û berxwedana wan bi nirx dibînin. Em şehîdên wan jî bîr tînin û şehîdên mirovahiyê ne. 14 xalên ji aliyê KCD'ê ve hatin eşkere kirin girînge, pêwîste êdî dewleta Tirk îradeya gelê Kurd bi pejirîne. Wan 14 xalan bêxin miryetê û daxwazên gelê Kurd bi cih bînin. Dirûşmeyên îro gelê Kurd bilind kirine, azadiye, ji bo gelê Tirkiyeyê û azadiye ji bo gelê Kurd. Daxwazên gelê Kurd çareseriya herî başe, ji bo paşeroja gelê Tirkiyeyê û Kurd. Tirkiyeyê yek parçe dihêle û di warê aborî de jî Tirkiyeyê pêş têxe. Herwiha li Tirkiyeyê demokrasiyê pêk tîne. Bêgûman di roja îro mafê herî kême, gelê Kurd bixwaze xweseriya demokratîke û mijara xwerêvebirinê ye. Herwiha projeya konfederalîzma demokrasiyê ye. Rewşenbîr, nivîskar, gelê Tirk û gelên din ên li Tirkiyeyê eger pêşeroja Tirkiyeyê bivên, divê vê projeyê bi pejirînin. Ji ber ku netenê ji bo Kurdistanê ye, ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye."

'Wê nekarin îradeya gelê Kurd bişkênin'

Kamûran ragihand ku gelê Kurd êdî bê îradebûnê napejirîne û wiha pêde çû; "Pêwîste, hikûmeta AKP'ê, Serokwezîrê wan Erdogan baş bizanibin, wê bi ti rengî nekarin li Bakurê Kurdistanê îradeya gelê Kurd bişkênin. Ji ber ku gelê Kurdistanê li her çar parçeyê Kurdistanê bi hemû hêza xwe ya madî û manewî û çekdarî piştgiriya tevgara azadiya gelê Kurd a Bakurê Kurdistanê dike û gelê Kurd yek gele, Kurdistan yek axe û netewa Kurd yek netewe. Çarenûs û pêşeroja me jî yeke. Dorpêça li ser Bakurê Kurdistanê, dorpêça li ser îradeya gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî em weke gelê Kurd bê îradebûna li ser xwe napejirînin."

'Wê gelê Kurd dest ji daxwazên xwe bernede'

Berwarî bal kişand li ser hovitiya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û wiha anî ziman "Dewleta Tirk wê bi vê hovitiyên dike, bikeve lîsteya dewletên gunehbar û hov ên cîhanê, ev jî ji bo dewleta Tirk gelek xirabe. Ji ber vê hovitiya dewleta Tirk, em bang li hemû saziyên navnetewî û kesayetên navnetewî û saziyên Kurdistanî dikin, xwedî li Bakurê Kurdistanê derkevin. Dîsa em li Başûrê Kurdistanê, weke kesayet, KNK, gelê Başûr, partiyên siyasî û zanîngehan, bi hemû hêza xwe ligel Bakurê Kurdistanê ne. Di pêşerojê de ev piştgirî wê li kolanan jî diyar be. Pêwîste Tirkiye bizane gelê Kurd ne bi tenê ye. Gelê Başûr bi hemû hêza xwe li pişta gelê Bakurê Kurdistanê ye. Eger heya niha li Başûr dengê gel bilind nebûye, ewe ku, daxwazin derfetekê bidin Tirkiyeyê ji şaşiyên xwe vegere û bi rêya aştiyane pirsgirêka gelê Kurd çareser bike. Eger çareserneke, bêguman em ê zêdetir dengê xwe li ser astê netewî û navnetewî, diwarê siyasî û dîplomasî de bilind bikin. Lê pêwîste Tirkiye yek tişt bizanibe, çi bike, wê gelê Kurd ji daxwazên xwe neveger û wê dest ji xwerêveberiya demokratîk bernade. Ev yek mafê xwezayî yê gelê Kurde, daxwaza xweseriya demokratîk bike."

'Ji gelê Başûr tê xwestin ji bo piştgiriya Bakur dakevin kolanan'

Berwarî bal kişand li ser helwesta aliyên Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku piraniya wan jî weke wan hevfikrin, der barê rewşa Bakurê Kurdistanê de û wiha pêde çû: "Helwesta hemûyan weke ya me ye, lê eger hinek nekarin bi awayekî zelal helwesta xwe bînin ziman jî, ewan jî dibin de xwedî heman helwestê ne. Hemû jî li dijî dagirkeriyê û hovitiyê ne. Dîsan hemû li hemberî vê yekê ne ku pirsgirêka Kurd bi rêya zilmê bê çaserkirin. Hemû ligel çareseriyekî aştiyane ne. Lê dîsan ev yek têrê naka, ji bo piştgiriya Bakurê Kurdistanê daketina kolanan giringe. Ev yek ji Başûr tê xwestin. Ya duyem jî, pêwîste partiyên siyasî xwe yek alî bikin. Eger heya niha hinek partiyên siyasî bêdengî hilbijartî bin, sedemê ewe ku di hizirin, wê Tirkiye di projeye xwe ya bêdengkirina Kurdan de bi ser bikeve. Bila hemû aliyên Başûr bizanibin, li Bakurê Kurdistanê tevgera azadiya gelê Kurd naşkê û îradeya gel naşkê. Gelê Bakurê Kurdistanê çiqas berdêl bide, wê dest ji warên xwe bernedin. Armanca Tirkiyeyê ewe ku Kurd warên xwe bi cih bihêlin, lê Kurd vê yekê nake. Gelê Bakur, li ser warên xwe şerê gel ê şoreşgerî didin meşandin. Şoreşger ewe ku di mala xwe de, gundê xwe de û bajarê xwe berxwedanê pêş bixe û berxwedana xwe bike. Ez bawerim, ger êrîşên dewleta Tirk hîn girantir bibe wê ji Başûr piştgiriya heyberî û manewî zêde bibe. Herwiha bi taybetî Rûsya û Amarîka û hêzên navnetewî vê yekê napejîrîne. Ez bawer nakim ku şirîkên Tirkiyeyê vê hovitiyê bi pejirînin. Dîsan wê Netewên Yekbûyî nepejîrîne, ji ber ku Tirkiyeyê hemû pîvanên mirovatiyê derbas kirîne. Kuştina zarok û pîran tawane. Ji ber vê yekê wê Tirkiye tawanbar biçe dadgehên navnetewî."

'Dawiya sîstema hikûmeta Tirkiyeyê nêzîke'

Endamê Desteya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî bi wan hevokan dawî li axaftina xwe anî; "Gelê Kurd yek gele, Kurdistan yek parçeye, paşeroja gelê Kurd yeke, ji ber vê yekê jî bila ti kes çarenûsa xwe bi Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê ve girênede. Ji ber ku dawiya vê sîstemê nêzîke."

(ab)