'Di komkujiya Hewlêrê de pêşengên şoreşa Başûr hatin hedef girtin'

Beriya niha 23 salan tevgereke dagirkeriyê ya artêşa Tirk, bi hevbeşiya PDK’ê, di nava dilê Hewlêrê û derdora wê de zêdeyî 80’ê kadro, endam, dost û alîgirên Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê ya bi rêberiya PKK’ê, piştî berxwedaneke dijwar di komkujiyê re hatin derbaskirin. Heya niha jî cihê tirbên wan nayê zanîn û hatine windakirin. Destgirtina dîroka şerê navxweyî li Kurdistanê bi giştî bi êşe. Lê ji bîr birin û nenaskirina ew şehîd û mirovên qehreman û dilnizm jî karesateke mezin e. Ji ber ewa li 16’ê Gulana 1997’an hate kirin, xiyaneteke netewiye û bûyîna rênîşander ji bo dagirkeran da bên li ser bajar û gundên Başûrê Kurdistanê. Her wiha bi vêya xwestin derbeyên kujende li pêşengên şoreşê bixin .


Berê gelek caran hatiye eşkre kirin, PDK çima vê komkujiyê pêkanî? Çima ket pêşiya artêşa dagirker û hat bi destê xwe zarokên xwe ku di nava bajarek ku weke paytexta xwe dibîne de, di komkujiyê re derbas kir?  Bi heman awayî salek beriya vê komkujiyê bi hêzên Baas’ê re, hat reqîbê xwe ji Hewlêr derxist? Çima divê bi navê hêzekî Kurdistanê ku xwe weke bavê Kurdan û weke rêxistineke herî kevin a Kurdî dizane, gotina Kurdayetî ji ser zimanê wî nakeve, Kurd û Kurdistanê difiroşin xelk?  Ji boşoreşger û xelkê welatpêz yên ser bi fikra PKK’ê ji bo li Hewlêrê bibin hedefa êrîşên PDK’ê yên qirêj, divê çi tawanek kiribin? Ji astengiyek li pêşiya pêkanîna Kurdayetiya PDK’ê çêkiribin!?

PDK ji salên 1991’an ya sedsala borî sê xiyanetên mezin kiriye. Ya yekem, Bi bûyîna parçeyeke serekî ji bo destpêkirina komplokeyeke navnetewî  ya di payîza 1992’an de. Wê demê pêşengiyê ji artêşa Tirk a dagirker re kir û hemû hêzên Başûr, li dijî PKK’ê sor kir ji bo tasfiyekirina wê. Duyemîn, di 31’ê Tebaxa 1996’an de artêşa dagirker a Baas’ê anî Hewlêrê û dagirkir. Bi vî awayî bû, nûnerê rejîma Baas li Herêma Kurdistanê. Sêyem, xiyaneteke wê ya din a mezin jî ew bûye pêşengiyê ji tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk re kir ku di 14’ê Gulana 1997’an de li herêma Behdînanê destpê kir û nêzî sê sal ajot. Di navê de komkujiya Hewlêrê ku bi sedan keç û xortên Kurd ên şoreşger şehîdbûn, bi sedan jî ketin zîndanên PDK’ê û bi sedan malbat ji mal û erdê wan derxist û koçber kir. Helbet ji xiyanetên hûrik ên wek civînên Enqere yên 1994’an û 1995 a Dûblînê. Her wiha bûyîna beşek ji komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a dijî Rêber Apo û paşê jî beşdarbûna li komploya 15’ê Sibata 1999’an ya dijî Rêbertîne.

Divê ev li gel me eşkerebe ku PDK piştî şikestina 1975’an, êdî ti wateyeke xwe li Kurdistanê nemaye. Gelê Kurdistanê bi ti awayek pêwîstiya xwe bi Hêzek nebûye ku şikestitbe û bi dilê xwe dest ji şoreşê berdabe. Ewên ku vê hêzê dûbare anîn meydana siyasî û çekdarî, ew jî hêzên navnetewîne ku di serî van hêzan de Amerîka, Îngilîstan tên. Her wiha dewletên dagirkerên Kurdistanê hene. Ji ber vê eger em binêrin piştî sala 1975’an PDK qet hewl û têkoşinek li dijî dagirkeran nedaye. Berovajiyê wêya timî bûye amûrekî destê dagirkeran û li dijî Kurdên şoreşger û welatparêz şer kiriye. Nimûneya vêya jî, bi rejîma îslamî ya Îranê re bû yek, ji bo têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê ya 1979’an bitepisîne. Di sala 1978’an de li herêma Colemêrgê (Hekkarî) tevgereke Kurd ya Başûrê Kurdistanê di komkujiyê re derbas dike. Her wiha dûbare bi hevbeşiya Îranê êrîş kir ser Başûr û bûn sedema enfalkirina 8 hezar Barzaniyan. Berdewamkirina şerê navxweyî li gel YNK’ê û aliyên din, heya sala 1988’an ajot. Me li jor jî da nîşan şerfiroşî û xiyanetên salên 1990’î ka çawa bûne.

Emê zêdetir li ser komkujiya Hewlêrê ya 1997’an rawestin. Her wiha ew rihê ku li Kurdistanê radestê xiyanet û xwefiroşiyê nabe û heya dawî li berxwe dide emê destbigirin. Jixwe tiştek nû nîne ku PDK bûye gapalê destê dagirkeran.

Di destpêka Gulana 1997’an de dewleta Tirk ji bo êrîşên dagirkeriyên nû bike, zêdetir zemîn ava kir. Li aliyekî hejmara hêzên xwe li herêma Behdînanê zêde kir, li aliyê din jî hewl dida da PDK, weke mertalek ji bo leşkerên xwe bikarbîne. Ji ber vê jî PDK bi awayeke sergirtî vê yekê erê kiribû. Lê di dîtin de jî sond bi gora Barzanî dixwar ku nabe beşek ji êrîşên dagirkeriyê. Çawa niha li Zînî Wertê dibêjin, karê me bi bername û planên Tirkiyeyê nîne, lê wisa derneket û xiyaneta herî mezin û komkûjî di nava dilê bajarê Hewlêrê de bi awayeke herî hovane pêkanî.

Ew hevalên di nava Hewlêrê de û li derdora wê mijûlê kar û xebat û têkoşîna şoreşgerî ya xwe bûn. Ev jî ji kadro, endamên rêxistinên Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) pêkdihatin. Xebatkar û rojnamevanên rojnameya ‘Welat’ û ‘Weten Şems’, ‘Jiyanî Azad’, kovara ‘Roj’, xebatkar û hunermendên navenda rewşênbîrî ya Mezopotamya, xebatkar û endamên Yekîtî Jinanî Azadî Kurdistan (YAJK), kadro û endamên ewlekariya nûnertiya fermî ya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê, her wiha ew hevalên erka karên gihandina pêwîstiyên locîstîkê ji bo hêzên gerîla dikir, her wiha komek hevalên birîndar ên şerê Başûr li nexweşxaneya Heyva Sor dihatin dermankirin. Rojên paştir jî êrîş kirin ser baregeha YNDK’ê ya li qezaya Soran û  li ser rêya Akrê û Helwêrê heft hevalên karê gihandina locîstîkê dikirin, şehîd xistin. Her wiha di roja duyemîn de êrîş kirin ser hevalên xebatên gel dimeşandin, li wir jî hevalê Salih û Hêlîn hatin şehîd xistin. Bi giştî di nava 16 heya 18’ê Gulanê de êrîş kirin ser ev qas cihan. Di encam de nêzî 80’ê endam, kadro, xebatkarên PKK û tevgera Apoyî li Hewlêr û derdora wê hatin şehîd xistin. Hinek jî bi birîndarî ketin destê wan û bi awayeke hovane hatin şehîd xistin.

PDK çima vî sûcê pêkanî?

Gelê Kurdistanê bi giştî û bitaybet jî xelkê Başûrê Kurdistanê PDK û aliyên din ên Başûr nas dikin û dizanin êdî ti wêrekiyeke wan nemaye û tenê bûne bar ser xelk û li ser ew destkeftiyên bi xwîna hezaran ewladên Kurd ên dilsoz, bi enfal û kîmyabaranan bidest hatiye. Bi taybet lihevkirina li gel rejîma Baas’ê û anîna wan a Herêma Kurdistanê ya di 31’ê Tebaxa 1996’an de, rûyê wê yê xwefiroşiyê nîşan daye. Ji bo di desthilat de bimîne, çi xirabiyek ji destê wê were dike.

Ji bilî PKK’ê li Başûrê Kuridstanê û parçeyên din jî hêzeke netewî ya li hember PDK’ê bisekine, xwedî plan û projeyên cûdatir be nîn bû. Her wiha rêbertiyeke nû li Kurdistanê pêşdiket ku hemû Kurdistanê digirt nava xwe û bi riheke şoreşgerî, xeteke nû ya şoreşgerî li Kurdistanê pêşdixist.

Piştî Raperînê zêdetir naskirina gelê Başûr ji Tevgera Apoyî re çêbû. Heya gihîşt salên 1996 û 1997’an bi hezaran keç û xort ji Zaxo heya Xaneqînê beşdarî nava refên Tevgera Apoyî bûn. Heta ji neteweyên Ereb, Asûrî û Tirkmen jî di nava refên tevgerê de peyda dibûn. PDK vê yekê ji bo xwe weke metirsiyekî destdigire û êdî dikeve wê ferqê ku alternatîfeke wî çêdibe. PDK wisa difikire, beriya ev tevger mezin bibe divê were têk birin. PDK bixwe di vê mijarê de pispor e, çi li dijî hêzên şoreger ên Rojhilatê Kurdistanê dibe, weke nimûne, ‘Silêman Moînî û hevalên wî’, çi jî li hember derketina Tevgera Şoreşger ya Başûr di komkujiya Hekkarî de ku Elî Esker û hevalên wî hatin qetikirin dibe. Komkujiya Hewlêr jî  yek ji wan rêze komkujiyên ku PDK pêkaniye bû. Divê ev jî bêgotin, PDK di sala 1996’an de eşîretên ku dostên Rêber Apo bûn, malbatên Sûrçî û Biradostî di komkujiyê re derbas kir û hevalên pêşeng Kawa Elî û Dr. Sîrwan jî şehîd xist.

PDK bi komkujiya Hewlêrê wisa hesab dikir ku wê alternatîfa ku jêre çêdibe, ji holê rake. Ji ber PDK bi telsîmbûna Samî Ebdûrehman û ji holê rakirina partiya gel, sosyalîst û PASOK, heya astekî xwe weke hêzeke yegane didît.

Di komkûjiya Hewlêrê de kesayetê pêşeng şehîd Şêx Kameran Hîranî û Aram Şeqlawayî û Kemal Rewandûzî, Xogir Gezneyî, Rûken, Berxwedan, Gelawêj, Azad û Goran Kelarî ku di navê de bûn, hêviyeke mezin ji wan dihate kirin ku pêşengî ji şoreşa Başûr re bikin. Bi taybet kesayeta Şêx Kameran û Xogir û Kemal ku nû ji qada Rêbertî vegeriyabûn, di têkoşîna şoreşgerî û welatparêziyê de li Kurdistanê bi ezmûnbûn, xwestin bi şehîdxistina van hevalan bi temamî Hewlêrê dagir bike, rê nede alternatîfeke din ya nû ji bo wan çêbibe ku ciwan û şoreşgerên Başûr jêre pêşengiyê bikin.

Kûjer û tawanbarên komkujiya Hewlêrê PDK û Serokatiya wî ne. Lê yên ku rasterast komkujiyê pêkanîn walî Ferenso Herîrî, berpirsê asayîşê Mehdî Xoşnav, berpirsê hêzên çekdarî Cemal Murtke, Necat Elî Fatê bûn.  

PDK û serokatiya wê dest ji van karên xirap berne daye, ji ber dibin desthilata PDK’ê de malbata Faxîr Mêrgesorî heya eşîreta Sûrçî, Zêbarî, Biradostî û Lolanî di komkujiyê re hatin derbaskirin. Her wiha kesayetên weke Sadiq Omer, Rênas û Raûf Akreyî û gelek kesayetên rewşenbîr û siyasî hatin qetilkirin.

PKK ji nîvê sedsala borî heya niha gelek hewl daye ji bo PDK ji bûyîna amûrekî destê dagirkeran derxe ango dûr bixe û bîne nava refên netewî,  ji bo êdî astengî ji bo berbi pêşveçûna şoreşgerî ve Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê re çêneke. Di vê mijarê de çi hewldanên Rêber Apo yên di sala 1982’an de ya lihevkirina li gel Îdrîs Barzanî dibe, çi jî hewldana di sala 2013’an de ya ji bo lidarxistina kongreya netewî ya Kurd dibe, divê zêdetir bê nirxandin. Ji ber eger hêzek dema wê temam bibe, eger nekeve nava refa netewî de ew dikare bi hêsanî  ji aliyê dagirkeran ve were bikaranîn û astengî ji destkeftiyên gelê Kurdistanê re çêbike ku bi xwîna sedan hezar mirovî hatiye bidestxistin.  

Peyama herî dawî ya Rêber Apo ku di 27’ê Nîsanê de bi rêya telefonê li gel birayê xwe Mihemed ragihand, xwedî heman wateyê ye. Biqasî ji destê wî tê hewl dide PDK ji dijmin dûr bixe. Ji ber dewleta Tirk a dagirker weke sala 1997’an dixwaze heman tiştî dûbare bike. Ji ber vê divê tevahî gelê Kurdistanê bi taybet jî gelê Başûr pêşî li PDK’ê bigire ku komkujiyeke din a weke 16’ê Gulana 1997’an a Hewlêrê dûbare neke. Raste gel xwedî ezmûne û asteke hişyariyê heye, lê divê bizanin ku dijmin û dagirker jî êrîşên wan di asta ji holê rakirina destkeftiyan de ye.

Niha bûyera hêz bicihkirina li Zînî Wertê ya ji aliyê PDK’ê ve dûbare kirina senaryoyên berê ye. Ji ber zêdekirina hêz li Zînî Wertê tê wateya piştgirîkirina û pêşengî kirina ji bo êrîşên bejahî yên dewleta Tirk li ser Qendîl e. Ji ber vê ev 5 sale dijmin bi dijwarî Qendîlê bombebaran dike. Bi taybet jî piştî biryara Amerîka ya di Mijdara 2018’an de ya li ser hevalên rêveberiya Tevgera Azadiyê Kurdistanê, êrîş dijwartir kiriye û êrîşên Tirkiye berfirehtir bûne.

Beşek ji van êrîşên dagirkeriyê li Rojava li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêkhatin. Beşek din jî li herêma Biradostiyan pêkhatiye. Ji ber vê divê guman ji hemû liv û tevgera PDK’ê were kirin. Heya hêzên xwe ji Zînî Wertê nekişin, pêwîste hemû beşên civakê, bi taybet jî ragihandin, rewşenbîr, çalakvanên siyasî, demokratîk, ciwan nesekinin û erkeke wan a sereke be ku destûrê nedin komujiyekî din ya weke 16’ê Gulanê dûbare bibe. Pêwîste hêzên PDK’ê li Zînî Wertê nehêlin. Ji ber PDK ne ew hêze ku bi îradeya xwe bikare biryarê bide. Ji ber vê pêwîste heya yek çekdarek jî li Zînî Wertê bimîne, divê zextên civakî berdewam bin. Divê em bi ew soz û axaftinên wan yên ji bo ragihandinan jî bawer nekin, heya bi çavê xwe nebînin hêz li ji wir derketine.

Divê hêzên asayîşa YNK jî astengî ji daxwaza derxistina hêzên PDK’ê ya ji Zînî Wertê û hebûna hêzên Tirk a li Karox û Hindirîn re çêneke. Ev tê wê wateyê ku YNK Bitwên û Pişder ji dest bide. Her wiha xwedê neke eger PKK li Qendîlê derbe bixwe, wê destpêkê YNK, piştre PDK jî nekarin li Hewlêr û Silêmanî desthilata federal û ne navendî biparêzin ango birêve bibin...

Têbinî: Nivîs bi temamî ayîdê nivîskar e.