Diyar Xerîb: Dema hilweşandina faşîzma AKP'ê û MHP'ê ye

Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Diyar Xerîb diyar kir ku hemû taktîkên ku AKP'ê û MHP'ê ji bo bidawîanîna tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û ji holê rakirina nasnama Kurdan dikirin, bi binketin û niha dem hatiye ku faşîzma Erdogan û Bahçelî were hilweşandin.


Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb tifaqa AKP û MHP'ê, hilbijartinên xwecihî yên li Bakûr û Tirkiye û mijarên di rojevê de ne di nivîsekî xwe ya ji bo Rojnews'ê re nirxandin.

Analîza Diyar Xerîb wiha ye:

"Dema hilweşandina hevpeymaniya faşîzma Erdogan û Bahçelî hatiye. Erdogan û AKP ji 3'ê Mijdara 2002'an ve desthilatdariya Tirkiyeyê xistine destê xwe. Di dema ku hatin ser hikûm de peyama wê yekê bi gelê Kurd û gelên Tirkiye da ku wê demokrasiya rasteqîn bi cîh bînin. Eşkere kirin ku ew qedexeyên li ser gelek tiştên cûda cûda wê rakin, wê azadî, aşitî û aramiyê li Tirkiye bidin avakirin. Bi awayek veşartî li gel Rêber Apo ji bo alîkariyê dest bi hevdîtinan kirin. Herwiha daxwaz ji gelê Kurd û gelên li Tirkiye kirin ku di vê piroseyê de alîkariya wana bikin. Wekî Rêber Apo gelek caran bi xwe eşkere kiriye ku wî 12 salan derfet daye Erdogan û AKP'ê û gelek projeyên ji bo çareserkirina doza gelê Kurd û pirsgirêkên Tirkiye amade kiriye û pêşkêşî PKK'ê, raya giştî û dewletê kiriye. Gelê Kurd, gelên Tirkiye, demokratxwazên Tirkiye, Îslamiyên Kurdistan û Tirkiye gelek piştgirî dan Erdogan. Ji ber ku gelê Kurd, Îslamî, Sosyalîst û demokratxwazên Tirkiye hemû bibûn qurbaniyên nîjadperestiya Tirk. Ev yek bû sedem ku Erdogan û AKP hem li hindir û hem li derve piştgiriyek zêde bidest bixe.

Di vê pêvajoyê de Erdogan û AKP'ê karîn bi navê Îslamê desthilatê bixin destê xwe. Vê yekê li cem gelê Kurd û demokratxwazan hêviyek da çêkirin ku qedexeya li ser nasnama gelê Kurd û gelên din heyî were rakirin. Heya sala 2015'an Erdogan dixwest tabloyek wisan nîşan bide ku ew hewil dide di siyaseta Tirkiye de qedexe û vetoyên li ser gelê Kurd heyî bide rakirin. Bi rêya diyaloga li Oslo ya sala 2008-2011'an, diyaloga li Îmralî ya sala 2013-2015'an kar ji bo vê armancê kirin. Bi taybetî di vê qonaxê de li sala 2010 û 2011'an de gelek caran Rêber Apo diyar dikir ku AKP û dewleta Tirk ji çareserkirina doza Kurd û pirsgirêkên Tirkiyê di tirse. Di pêvajoya diyaloga li Îmralî de çend carek Rêber Apo di got; "Helwesta Erdogan metirsîdare, ne diyare wê berbi kude here. Ew çareseriyê ne pejirîne wê ji Tansu Çîlerê xirab tir bike û serî li faşîzmê bide." Li ser pêşniyara Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê di 28'ê Sibata 2015'an de li Qesra Dolma Bahçe lihevkirinekî seretayî di navbera nûnerên HDP'ê û hikûmetê de bi razîbûna PKK'ê, Rêber Apo herwiha li aliyê din jî Erdogan hate îmze kirin. Lê piştî demek kurt Erdogan mêzê dîyalogê rakir û got ez vê lihevkirinê na pejirînim. Bi vî awayî qonaxekî nû ya êrîş û zilme destpê kir.

Piştî ku ji li hevkirina li Dolma Bahçe yê peşîman bû, rûyê xwe yê rast eşkere kir. Li gel Baxçelî û partiya MHP'ê ku nûnertiya nîjadperestiya Tirk dikin li hevkir. Êdî ji wê û şunde xeta ol û netewperestî têkelhev kir, faşîzma nîjadperest û mezheb perestî bi pêşxist.Bêguman ji berê de jî van karan dikir, lê bi awayekî veşartî dikir. Lê berxwedana Rêber Apo li Îmralî û têkoşîna gelê Kurd û demokratxwazan wisan kir ku rûyê wî yê rast nîşanî cîhanê bidin. Vê yekê jî wisan lêkir ku ev qas kîn li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd nîşan bide. Çar salin ji 5'ê Nîsana 2015'an ve bi awayekî herî dijwar tecrîdê xistine ser Rêber Apo. Bi awayê herî hovane êrîşî ser gerîla, şervanan û destkeftiyên gelê Kurd. Ev dijminahî ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dide meşandin, li her çar parçên Kurdistan û tevayî cîhanê li dijî maf û destkeftiyên gelê Kurd derdikeve û qebûl nake.

Helwesta Tirkiye li bermaberî referandûma Başûrê Kurdistan a sala 2017'an û êrîşa li ser Efrînê ya di destpêka sala 2018'an de, dijminahiya wan ya li dijî destkeftiyên Rojava û Bakure Suriye, pênase kirina hikûmeta Herêmê ku di encama xeletiyên wana de ev yek çêbû û pêwîste vê xeletiyê sererast bikin. Nîşaneya wê yekê ne ku ew tiştekî bi navê Kurd û Kurdistanê na pejirînin. Çawan Îtihada Teraqî di destpêka sedsala 20'an de Ermeniyan ji bo xwe wekî metirsiyek didîtin, li gorî wan wisan bû ku hebûna Ermeniyan tê wata ji holê rabûna Tirk û Osmaniyan û li ser vî esasî di sala 1915'an de heya dawiya şerê cihanê yê yekem komkujiyek gelek mezin li ser gelê Ermenî pêkanîn. Niha jî li gorî faşîzma Erdogan û Baxçelî hebûna gelê Kurd tê wateya ji holê rakirina Tirkan û dewleta Tirkiye. Ji bona vê yekê jî dirûşma xwe ya di hilbijartinan de xistibûn 'Ji bona mayînê dengê xwe bidin hevpeymaniya AKP'ê û MHP'ê'

HDP'ê jî ji bo mana xwe bi metirsiyek mezin bi nav dikirin. Ji derve de jî PKK'ê, PYD, YPG, YPJ'ê wekî gef destnîşan dikirin. Di hilbijartinan de jî banga wê yekê dikirin ku ew ne li dijî gelê Kurdin, li dijî terorê ne! Bi vî rengî di xwazin gelê Kurd û nûnerên wan yên rastîn ji hevdû cûda bikin. Herwiha piştgiriya ji derve jî bistînin ji bo bi cîhanîna ve pilana xwe.

Ya cihê xemgîniyê ewe ku hinek kes û aliyên Kurd jî ji van duayên Erdogan re dibêjin amîn. Çawan ku hêftiyar daxwaza ji bermayê nêçîra lawirên dirinde dike û xwe li ser van bermayan têr dike, ev kes û alî jî li bendê ne ku piştî êrîşa Tirkiye ya li ser HDP'ê KCK'ê û Rojavayê Kurdistanê çêbû tiştek bi destê wana jî bikeve. Haya wan ji wê yekê tune ye ku ger Tirkiye bi ser bikeve wê rojek tenê derfetê nede wan kes û aliyan bi azad bijîn û wê dawî li wana jî bîne.

Ya cihê keyfxweşî û serbilindiyê jî ewe ku piraniya gelê Kurd û dostên wê li hemberî faşîzmê berxwedanê dikin. Giringe em qala vê yekê jî bikin ku Erdogan û Bahçelî di vê qonaxê de çend taktîkek ji bo xwe danibûn. Bi rêya van armanc û taktîkan dixwestin bigihin encamên sereke ku ew jî bi dawî anîna tevayî tevgera azadîxwaz a Kurdistan, hemû destkeftî û nasnama gelê Kurd ji holê rake bû.

Armancên wan ên taktîkî jî evbûn;

Yekem, xwestin bi tecrîdê Rêber Apo bêbandor bihêlin.

Duwem, Bi rêya êrîşên bê navber û bi karanîna teknolojiya pêşketî û leşkerî xwastin dawî li gerîla bînin.

Sêyem, Bi rêya girtin, binçavkirin û kuştinên bi zanabûn xwestin HDP'ê, saziyên demokratîk ên gelê Kurd li Bakurê Kurdistan, siyasetmedar û dostên Kurdan bi tirsînin û îradeya wan bişkînin. Bi wî awayî jî dixwazin propaganda wê yekê bikin ku kes alîgiriya siyaseta KCK'ê nake, yên li çiya mane jî nûnertiya Kurdan nakin û terorîstin.

Çarem, êrîşî ser nirxên Rojavayê Kurdistanê kirin û di havîna 2016'an de Cerablus dagir kirin, di 2018'an de Efrîn dagir kirin. Gelek hewildan ku tevgera azadî li Rojavayê Kurdistanê ku pêşengtî ji Suriyeyek nû û demokrat dike di qada navnetewî de terorîze bike. Ji bo destkeftiyên wê parça Kurdistanê nebin destkeftiyên demdirêj û ji bo parçên din ên Kurdistanê nebe mînak, bi vê rêyê projeyên Rêber Apo û tevgera azadî ya Kurd tu rewabûnek jêre peyda nekin.

pêncem, Li ser asta parçên din ên Kurdistan û Tirkiye jî êrîşî ser kes û aliyên ku dostê KCK'ê û tevgera azadîxwaz a Kurdistanê dikin. Armanca wana ji vê yekê jî ewe ku tevgera azadîxwaz a Kurdistan û dostên wê ji hevdu qut bike.

Şeşem, Tevî wana sponsertî ji piraniya rêxistinên terorîst ên li deverê re kirin, heya bikarin li dijî gelê Kurd û dewletên herêmê bikarbînin.

Heftem, dixwastin wisan nîşan bidin ku aboriyek xurt dane avakirin û dikarin vê modelê veguhêzin welat û ew cihên ku dostên Erdogan lê hene.

Eger em 4 salên derbasbûyîn hûr bikolînin, wê derkeve holê ku Erdogan çiqas serkeftiye û çiqan binkeftiye. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dibin pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz destpêkirin li sersanserî girtîgehên Tirkiye, Kurdistnê û derveyî welat belav bûne. Ev nîşan dide ku di taktîka xwe ya yekemîn de bi sernekeftin û nekarin Rêber Apo ji nava dilê gelê Kurd û xelkê demokratîkxwaz derxin û bêbandor bikin. Berxwedana gerîla û çalakiyên gerîla nehişt bigihîn planên wan bigihin armanca xwe.

Di herdu hilbijartinên 24'ê Gulana 2018'an de û 31'ê Adara 2019'an de derkete holê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên din ên demokratîk berbi pêş çûn. HDP'ê karî li ser asta Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di herdu hilbijartinên parlamentoyê û xwecihî de, li gorî hilbijatinên 30'ê Adara 2014'an û 1'ê Mijdara 2015'an ên xwecihî û parlamentoyê dengê xwe zêdetir bike û koalîsyonek berfireh ava bike. Ji bo her kesê eşkere bûye ku HPD û gelê Kurd li ser gelên Tirkiye û dewleta Tirkiye nemetisiye, berevajî ji demokrasiyê re pêşengiyê dike. Niha her kes siyaseta Edogan ji bo Tiriyeyê metisîdar û gef dibîne. Nikarin bêjin ku li ser asta Tirkiyeyê armanca sêyemîn û şeşemîn têk çû.

Eger temaşeyî Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bikin, bi taybet serkeftina QSD'ê ya li hemberî DAIŞ', herwiha destkeftiyên wê yên di asta cîhanê de, nîşan dide ku Tirkiye di siyaseta xwe bi ser neket. Her çiqas hinek gav avêtibe û hinek alî, kesayetî ji tirsa, yan birça, yan jî bê îradeyî xizmeta Erdogan kirîbin, lê di vî wari de jî serneket û nekarî bigihe armanca xwe."