'Hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê wê ji Herêma Kurdistanê re bibe pirsgirêk'

Şêwirmendê Yasayî yê Serokkomarê Iraqê Xalid Şiwanî diyar kir ku bi hemû şêwazî li dîjî hatina leşkerên Tirk in û got: "Hatina leşkerên Tirk a li ser axa Iraqê û Herêma Kurdistanê wê pirsgirêkekî mezin, ji Herêma Kurdistanê re çêde."


SORAN MIHEMED / KERKÛKR

Leşkerên Tirk di 4'ê Kanûnê de bi deriyê Sînor ê Xabûr re li herêm Başîka ya Mûsil hatin bi cih kirin, ji wê rojê ve li Iraq û Herêma Kurdistanê li hember çalakî tên lidarxisitin û rayedarên Iraqê jî dibêjin divê demil dest ji axa Iraqê der bikevin. Şêwirmendê Yasayî yê Serokkomarê Iraqê Xalid Şiwanî der barê dagirkeriya artêşa Tirk de ji RojNews re diyar kir ku Iraq bi hemû şêwazî li dijî hatina leşkerên Tirk in û got: "Ji berî niha jî serokkomarê Iraqê bi fermî daxuyanî da, em bi hemû şêwazê li dijî hatina leşkerên Tirk a li ser axa Iraq e û divê di zûtirin demê de leşkerên xwe vekêşin."

Xalid Şiwanî diyar kir ku hatina leşkerên Tirk a li ser axa Iraqê binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û mafê Iraqê ye pêşiya hêzên Tirk bigre.

Şêwirmendê Yasayî yê Serokkomarê Iraqê Xalid Şiwanî destnîşan kir ku ewan daxwaz kiriye ku Tirkiye bi zûtirin demê de leşkerên xwe ji nava axa Iraqê vekêşinin û got: " Hebûna leşkerên Tirk li ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê wê ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkên mezin bîne. Tişta leşkerên Tirk kirine binpêkirina yasaya navnetewiye."

(ab)