Hesabên qurbankirina Kurdan wê bi ser nekevin

Eşkere dibe ku di şerê cîhanê yê sêyemîn ku navenda wê  Rojhilatanavîne diqewime û kûr dibe de dîsa li ser qurbankirina Kurdan hesab tên kirin. Ji xwe ev ne tiştekî nû ye û Kurd ji hay ji vê yekê hene.


Dewletên dagirker û statukoparêz yên ku bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo berjewediyên xwe xeter û astengî dibînin, hewl didin pirgirêkê bi şidet, qirkirin û bi darê zorê ji holê rakin. Di serê van dewletan de jî dewleta Tirk ya dagirker tê. Ji ber ev dewleta dagirker parçeyê herî mezin yê Kurdistanê di bin mêtingeriya xwe de digire. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li ber têkçûnê ne rêya xilasiya xwe û parastina desthilatdariya xwe di neyartiya li dijî Kurdan de dibîne.

Ji xwe ji avabûna komara Tirkiyeyê heta roja îro qirkirina li ser Kurdan qet ranewestiyaye. Kurd jî daîm li ber vê qirkirinê rabûne û li ber xwe dane. Bi taybetî  di van 35 salên dawiyê de dewletên kapîtalîst jî li dijî tekoşîna gelê Kurd ya li dijî qirkirinê bilind bû û pêşket ketin nava tevgerê. Ji xwe şik û guman tune ye ku pirsgirêka Kurd wan afirand û yên nahêlin çareser bibe jî dîsa ew in. Bi deh salane ji bo berjewendiyên xwe yên kapîtalîst ku ti pîvan û exlaqê nas nake, piştgiriyê didin qirkirina ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û dibin şirîkê vê qirkirinê. Ji Sykes-Picot û Lozan’an heta roja îro timî Kurd kirin qurbana berjewendiyên xwe.

Îro heman siyaset dîsa di dewrê de ye û hewl didin pêk bînin. Sîstema hegamonîk ya navendî bi destê dewleta Tirk ya dagirker hewl dide sîstema demokratîk ya ku bi pêşengiya  gelê Kurd li Bakurê Sûriyê ku di encama bi hezaran şehîd û berdelên giran de hat avakirin dîsa ji holê rakin. Xuyaye sîstema hegamonîk ji bo pêkanîna hesabên xwe yên li ser Rojhilatanavîn bi taybet yên li ser Tirkiye û Îranê de dîsa Kurd weke qurban hilbijartine. Ya ku niha tê dîtin ev e. Lê Kurd jî xwedî wê hêzê ne ku van hesaban pûç bike. Tenê divê din ava xwe de tifaqê çê bikin û bi hêza xwe bawer bin. Wekî din pêdiviya wan bi tê hêzan tune ye.