Hevseroka PJAK'ê: Em ji bo her rewşeke rû bide amade ne

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn diyar kir ku PJAK li bendê namînin ku ka wê şer di navbera Amerîka û Îranê de rû bide yan ne, ji her rewşê re xwedî projeya ne û ji bo her rewşê amade ne. Vejîn eşkere kir ku xeta sêyemîn bingeh digirin. Herwiha got ku Amerîka û Îran şerê berjewendiyên xwe dikin.


Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn, têkildarî aloziya di navbera Amerîka û Îranê, îhtîmana rûdana şer di navbera herdu dewletan û amadekariyên PJAK'ê ji bo rewşê bersiva pirsên Rojnews'ê da.

'Biryar nedane ku şerek tund li dijî hev bikin'

- Nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de gelek kûr bûne, gelo îhtimala şerê leşkerî di navbera van herdu dewletan de heye?

Di şêwaza rêveberiya siyasî ya herdu hêzan de eşkere dibe ku biryar nedane şerekî tund li dijî hev bikin û ne jî pêvajoya aştiyê destpê bikin. Îran û Amerîka 40 sale bi vî awayî siyasetê dikin. Ev rewş ne şere û ne aştiye. Lewma berdewam kirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de di warê ragihandin û aborî de proseytê yekalî dike ku ka wê şer pêk were yan jî aştî.

'Amerîka dixwaze Îranê radestî xwe bike'

- Ger armanca wan şerekî tund nîne, sedema kûrkirina nakokiyên di navbera wan de çiye?

Amerîka dixwaze ji herêmê bi taybet ji Yemen, Iraq, Sûriye û Libnanê vebikêşe. Hêzên Îranê vekişîn di nava xaka xwe de. Bi vî awayî destê Îranê kurt bike û Îranê radestî xwe bike. Li hember Îran jî naxwaze radestî Amerîka bibe. Eger ev nakokî berdewam bin, dibe ku şerekî tund yan jî şerek demkî li pey xwe bîne. Niha eniya Ereb jî kom bûye. Li gorî tê dîtin, ewan jî naxwazin li gel Îranê bikevin şer. Amerîka jî naxwaze rasterast şerê Îranê bike. Belku  dixwaze hêzêk xerckirinê ji bo şerê Îranê bi kar bîne. Amerîka jî baş dizane ku şerekî bi vî awayî ne di berbejewendiyên wê de ne. Lewma siyasetekî wiha dide meşandin.

'Şer ne di berjewendiyên gelê Îranê de ye'

- Li gorî we wê ev nakokiyane bi kare di warê siyasî, civakî û aborî de guhertina çêbike? Gelo şer di berjewendiyên gelên Îranê de ye?

Dema ku em temeşeyî herdu hêzan dikin, dibînin ku şer û nakokiyên di navbera wan de ne di berjewendiyên gelê Îranê de ye. Bi taybet pirsgirêkên wan li ser bingehê çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, gelên bindest, mafê mirovan, mafê jinan û ciwanan nîne. Dema ku qala rûdana şerekî di navbera Amerîka û Îranê dikin, bêguman rasterast siyaseta herdu weletan bandorî li ser hundirê Îranê jî dike. Dibînin ku dema artêşa Îranê kete lîsteya terorê zextên artêşê yên li ser civakê zêdetir bûn. Ji berê zêdetir îro artêş di nava civakê de di warê siyasî û leşkerî de xwe bi rêxistin dike. Heta hatina Heşdî Şebî ya ji bo Îranê di vê çarçoveyê de ye. Îran dest ji zextên li ser civakê bernade. Niha ji her demê zêdetir civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê rastî bêkarî û birçîbûnê bûye. Ji hemûyan xirabtir ji ber siyaseta rejîma Îranê derveyî prensîbên civakê yên ehlaqî rojene jin tên qetilkirin.

- Ji gorî we civak zêdetir ji siyaseta kîjan alî bi bandor dibe? Wê projeya kîjan alî bi ser bikeve?

Rejîma Îranê bi siyaseta milîtarîzekirinê, tirs û bêdengkirina civakê nîşan dide ku dest ji siyaesta xwe ya şaş bernade. Li hember Amarîka jî kar dike da ku hêza civakê ji bo xwe bi kar bîne. Di vê qonaxê de, her kes ji bo Îranê xwedî projeye. Amerîka xwedî projeya xwe, Rûsya xwedî projay xwe, Îran jî di nava xwe de xwedî projeye. Desthilata berê ya Îranê jî xwedî projeya xwe ye. Lê, ev bi bawerin ku civaka Îranê civakekî siyasî ye û xwedî dîrokekî şoreşgeriye, nakeva di nava yek ji van siyaseta ji derve de li ser tê meşandin.

'Projeyên wan ne ji bo berjewendiyên gel in'

- Nêrîna we li ser van projeyan çiye?

Ji bo me xala girîng ewe ku divê proje bi awayekî demokratîk bin. Divê proje li gorî taybetmendiyên civaka Îranê werin pêşkêş kirin. Têde mafê hemû gel û etnîkên cûda hebe. Ger wiha nebe, wê cihê xwe negire û bi xwe re ti çareseriyan neyîne. Bi qasî ku em çavdêr dikin, di nava projeyên derve de û di nava projeyên hundirê Îranê de, projeyek nîne ku li gorî berjewendiyên gelên Îranê be. Ew projayane ne li gorî rastiya dîroka civaka Îranê ne. Ji ber vê ev projeyane nikare bersiva pirsgirêkên civakê bide.

'Em xwedî projeya û siyaseta xwe ne'

-Projeya we heye?

Weke PJAK û KODAR'ê di çarçoveya civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê me projeyek  ji bo çareserkirina krîzên civakê pêşkêş kir. Bi taybet ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî me projeyek bi riya KJAR'ê pêşkêş kir. Li gorî taybetmendî , pirsgirêk û arîşeyên civakî me hewl da ku çend riyên çareseriyê pêş bixin. Eger şer di navbera Amerîka û Îranê de rû bide jî em na rûnin, temaşe û li bendê namînin. Bêguman em  jî siyasta birêxistinkirina civakê di meşînin. Em xwedî xeta sêyemînin. Ji bo her rewş û îhitimalê xwedî proje û siyaseta xwe ya taybet in.

'Projeyên me encamgirin'

- Li gorî we gelo wê projeya we bi ser bikeve?

Em projeyên ku li ser kar dikin, mînaka wê ya ber bi çav Rojavayê Kurdistanê ye. Li Bakurê Kurdistanê jî weke siyasetek demokratîk xwe nîşan dide. Li ber vê projeyêm me encamgirin. Raste projeyek demdirêje, belê projeyekî timiye ku civakê bi rêxistin dike. Civakê demokratîk dike. Di çarçoveya paradîkmeya me de li Parlamentoya Ewropa platforma gelên Îranê hate avakirin. Êdî gelên Îranê jî xwedî modelekî nû ya xwe bi rêxistinkirinê heye, di heman demê de ji bo hêza Kurdan jî girînge. Me projeyek hevbeş li gel KODAR'ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir. Bi taybet weke partiyên siyasî em dikarin eniyek demokratîk ava bikin. Dikarin bi hevberşî siyaset, dîplomasî , xebatên ragihandin û parastina civakê bidin meşandin. Hîn pastiyên siyasî li gorî siyaseta derve dimeşin. Ji niha de hinek hêzan xwe yekalîkiriye ku di kîjan eniyê de cih bigirin û piştgiriya kê bikin. Lê gorî me Îran û Amerîka şerê berjewendiyên xwe dikin. Em li ser projeya xwe israr û tevger dikin.  

'Em xeta sêyemîn bingeh digirin'

- Ango we ji bo her îhtîmalê amadekariya xwe kiriye?

Berê jî min işaret kir ku em xwedî xeta sêyemînin û li ser projeya xwe bi israr in. Ne li bendêne ku di navbera Amerîka û Îranê de şer rû bide yan ne. Em xeta sêyemîn bingeh digirin.  Ji bo civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê xebata siyasî, dîplomasî û leşkerî dimeşînin

(ab)