Iraqê bi merc bûdceya Herêma Kurdistanê sedê 17 diyar kiriye

Parlamentoya Iraqê wê îro li ser bûdceya sala 2016'an dest bi guftûgoyan bike. Dewleta Qanûnî ya Iraqê ku Norî Malikî serokatiya wê dike daxwaz dike ku bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedê 17 bibe sedê 13'ê.


HANA AZAD / HEWLÊR

Desteya Darayiya Parlamentoya Iraqê raporta dawî ya proje yasayî ya bûdceya Iraqê ji serokê parlamentoyê re şand. Biryare îro projeye yasayî ya bûdceya giştî bikeve rojeva parlamentoyê.

Endamê Desteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder der barê mijarê de ji RojNews re diyar kir ku biryare îro bûdceya giştî bikeve dengdanê.

Heyder ragihandin ku di projeya yasayî ya bûdceyê de ji sedê 17 ji Herêma Kurdistanê re hatiye diyar kirin, bi mercê ku rojane Herêma Kurdistanê 550 hezar bermîn petrol bi rêya şirketa SOMO bişîne û got: "Piştî nîqaşên li ser projeya yasayî ya bûdceyê ya sala 2016'an destpêkir, rojên bûrî saetek civîn di hat li derxistin. Ji bo beşê Herêma Kurdistanê kêm bibe hewildanên mezin hatin kirin."

Endamê Desteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder diyar kir ku piştî 4 nûnerên Kurd yên li Desteya Darayî ligel Wezîrê Darayî yê Iraqê der barê projeyê de civiyan. Pişte re Serokê Desteya Darayî beşdarî civînê bû û peyama Dewleta Qanûnî ya Iraqê xwend.

Mesûd Heyder anî ziman ku di peyamê de hat ragihandin ku divê bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedê 17 bibe sedê 13 û madeya 33 bê erê kirin, bi şêwazekî ku petrol li ser 550 hezar bermîl re ji bo xizîneya dewlata Iraqê be.

(ab)