'Ji derveyî Qendîlê ti dostek me nîne'

Nivîskar Huner Tofîq di quncik nivîsa xwe ya di tora civakî Facebook'ê de parve kir de cih da planên welatan ên li dijî Kurdistanê û Tevgera Azadîxwaza Gelê Kurd.


Nivîsa Nivîskar Huner Tofîq wiha ye,

Eger Harfî Morîs û Con Luc careke din ji nû ve di vê serdemê de serhatiyên Kurdan binvîsin, dibe ku li şûna pirtûka bi navê "Ji derveyî çiyayan ti dostek Kurdan nîne" vê carê bêjin,"Ji bilî Qendîlê ti dostê Kurdan nîne."

Niha ne Mihabat ne jî Amad û Hewlêr weke Qendîl paytext û navenda doza Kurd e. Qendîl ne tenê stargeh û sengera çend sed gerîlaye ku weke di medya Tirk û hevawazên wê yên Kurdî tê qal kirin. Belku navendekî stratejîk a pêwîste ji bo ewlehiya qewmê gelekî bi navê Kurd e û li ser Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de parve bûye.

Ji berî avabûna  DAIŞ'ê, rehenda leşkerî û stratejiya Qendîl di gotarekê hate qal kirin ku tenê di dîroka Kurdan de cara yekeme hêzekî siyasî û leşkerî ya Kurd kariye metirsiyê li ser çar dewletan çêbike. Li çiyeyê ku navê wî Qendîle xeta ewlehiya qewmê wan bişkêne û di nava xaka xwe de, li başûrê Zagroan bi dirêjiya sînorên Îraq, Îranê heta Qendîlê ji wir jî di nava Îraq, Tirkiyeyê û Tirkiye û Sûriye heta Efrînê bi herdu aliyên sînor herêmek şênî û hêzek Qendîlê ye.

Ezmûna kontrolakirina saxlem a Rojva selmand ku Qendîl çi navendekî stratejîka Kurdan e ku hemû  coxrafiya siyasî ya Kurdistanê rabike. Bibe navendek parastin û lezgîn a leşkerî ya ji bo her cihê Kurdistanê. Ji derveyî ezmûna Rojava, hatina Qendîl a j bo Başûr û Şengalê, Mexmûr û Kerkûkê heman dostbûn û navendbûna vî çiyayî ya ji bo Kurdistanê diselmîne.

Diyare yê ku hinekê hişyariya leşkerî hebe û ji çepere, tevgera hêz û artêşa fam bike, wê vê ji fam bike ku di nava aloziyên herêmê de, nemimkine ku  Qendîl birûxe yan jî were dagirkirin.  

Ji ber ku Qendîl ji derveyî ku tenê dostê Kurdane, di heman demê de ketiye nava dijberî û aloziyên herêmê de. Ketina Qendîlê wê bibe sedema xerabûna kilîla aramiya leşkerî ya li herêmê. Tê dîtin ku ne dost û ne jî dijminê rojava û Amerîka ye. Têkdana vê kîlila aramiyê, têkildana dengê ye.

Tênegihîştina siyasî ya Herêma Kurdistanê ya ji vê formiyê ya girêdayî Qendîlê, yan feransata wê ya coxrafî ya ji bo Qendîlê ku weke  çend gund û çiyayekî asê û dijwar dibîne ye. Wan têxe van şaşiyan ku di hizirin ku li berçavgirtina Tirkiyeyê weke cîrarekî aborî hêjayî wê ye ku çavê xwe ji wan êrîşên bê sûd ên li ser Qendîlê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin bigirin.  

Li ber çavnegirtina ketina Qendîl  herîfîn û rûxîna stratejîk a hêza neteweyêkê ye. Ji bo razîkirina dilê dewletekê ku li navanda Efrîka jî hebûna te bi konekê bipejirîne ye.

(rn)