Keça Leyla Guven: Dayîka min ji dayîna jiyankirinê gelek hez dike

Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan diyar kir dayîka wê ji jiyanê pir hez dike, lê herî zêde jî ji dayîna jiyankirinê hez dike û got, “Dema li nava çavê min dinêre, tijî jiyane. Di awirên wê de mirin nîne, evîn heye.”


Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 196’an de dewam dike. Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan, îro li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyeke nû ya xwe ya li gel dayîka xwe belav kir.

Keça Guven li jêr wêneyê ku belav kiriye peyameke kurt nivîsî û got, “Dayîka min gelek ji jiyanê hez dike, lê di oxira fedakirina canê xwede de jî be ji dayîna jiyankirinê pir hez dike.”

Peyama Temîzkan wiha ye, “Dayîka min ji jiyanê gelek hez dike. Lê di oxira fedakirina canê xwede be jî ji dayîna jiyankirinê pir zêdetir hez dike. Hun dizanin ev tişteke çawa ye? Ez ji saya wê fêr bûm, govenda hezkirina jiyanê ya li gel daxwaza dayîna jiyankirinê. Dema li nava çavê min dinêre, tijî hezkirina jiyanê ye, vediciniqim. Di awirên wê de mirin nîne, evîn heye.”