Li Hewlêrê êrîşên hêzên Tirk ên li hember gelê Kurd hat şermezar kirin

Li Hewlêrê  bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê li hember xwerêvebirinê pêk tên, hat şermezar kirin û di çalakiyê de bang li aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê hat kirin bêdengiya heyî bişkênin.


HANA AZAD / HEWLÊR

Li Hewlêrê îro li ber Parka Şanedar bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê li hember xwerêvebirinê pêk tên hat protesto kirin. Di çalakiyê de piştgiriya xwe ya bi gelê Bakurê Kurdistanê re anîn ziman û banga hestyariyê li hember bûyerên li Bakûrê Kurdistanê rû didin kirin.

Di çalakiyê de Alîkara Hevserokên Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê Tara Hisên daxuyaniyek da û diyar kir ku Kurdistan li dijî dagirkeriyê bûye qada şoreşê û Kurd bûne xwedî rolekî sereke.

Tara Hisên destnîşan kir ku 6 mehin li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan tecrîd heye û wiha got: "Serketina HPD'ê ya di hilbijartinan de, dewleta Tirk har kir. Xwe li vê serketinê negirtin û roj bi roj êrîş kir li ser herêmên Kurdan. Bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd pêk tên bêdeng nemînin. Tirkiyeyê çavê xwe berdaya axa Kurdistanê ya ku bi xwîna şehîdan ji terorîstan hatiye paqijkirin."

Tara Hisên di dewama axaftina xwe de diyar kir ku mafê gelê Kurde, weke neteweke azad, xwe birêvebibe û wiha got:" Mafê gelê Kurd weke neteweke azad xwe bi rêve bibe, lê mixabin aliyên Başûrê Kurdistanê li hember bûyerên li Bakûrê Kurdistanê rû didin xemsarin. Ji ber vê yekê em vê bê helwestbûna wan şermezar dikin. Pêwîste vê bêdengiyê bişkênin."

Dema çalakiyê de asayîşa PDK'ê hewil da çalakiyê asteng bikin, ji ber vê yekê jî di navbera girseyê û hêzên asayîşê de alozî der ket. Ji ber aloziyê çend welatî bi sivik birîndar bûn.

(ab)