Li Silêmaniyê kampanyaya ‘qedexekirina pir jinî’ hat ragihandin

Bi pêşengiya rêxistinên PDO û NPA li Silêmaniyê semînerek ji bo encama dawî ya projeya ‘Nehêştina Cudahî û Şideta li ser Jinê’ hat lidarxistin. Di vê çarçoveyê de kampanyaya ‘qedexekirina pir jinî’ hat ragihandin.


SILÊMANÎ/ ROJNEWS

Îro saet 09.00’ê li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Giringî Dana bi Gel (PDO) bi alîkariya Rêxistina Alîkariya Gelê Norveçê (NPA) semînerek ji bo dawîhatina projeya ‘Nehiştina Cudahî û Şideta Ser Jinê’ hat lidarxistin. Di vê çarçoveyê de kampanyaya binavê ‘Qedexekirina pir jiniyê’ hat ragihandin.

Hat diyarkirin ku armanca semînerê nîqaş û pêşniyarên beşdarvanan ên li ser çalakiyên projeyê, bi teybet der barê yasaya qedexekirina pir jiniyê bû. Her wiha hat diyarkirin ku wê di çarçoveya kampanyayê de li dijî pir jiniyê îmze bên komkirin.

(sk)