Liv û tevgera çeteyên DAIŞ li herêma Mexmûrê zêde bûye

Çeteyên DAIŞ’ê xwe li herêma Mexmûrê rêxistin dikin. Xelkê herêma Mexmûrê diyar dikin DAIŞ li ser jiyana wan metirsiye û çete tenê çend kêlî ji Mexmûrê dûrin. Berpirsyarek yê YNK’ê jî got ku ne diyare çawa xwarin ji bo DAIŞ’ê diçe. Herwiha got ku destê welatên ji derve di vê mijarê de hene û kengê bixwazin dikarin aloziyê bixin Iraqê.


Li Suriyeyê di pêşengiya şervanên QSD û YPG’ê de çeteyên DAIŞ bi awayek çekdarî hatin tûne kirin. Lê liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Iraqê despêkiriye. Bi taybet li Kerkûk, Mexmûr, Musi û Diyale ev yek heye. Heya niha jî ji bilî operasyona artêşa Iraqê, hêzên hevpeymana navnetewî ti pêngavek divî alî de neavêtine.

Navçeya Mexmûr tenê ji Hewlêrê 49 kîlometre dûre. Di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li herêma Mexmûrê zêde bûye. Welatiyek ji ji ber ewelekariya xwe nexwest navê xwe bide ji RojNews re axivî û got; “Çete nêzî Mexmûrê ne. Hertim ce û genimê welatiyên herêmê di şewitînin û bi aşkirayî çete digerin. Ji piştî bûyerên 18’ê Cotmehê ve wisanin. Artêşa Iraq li herêmê heye û ew ji asayîşê berpirsin. Îdareya navçeyê jî vegeriya ser îdareya beriya 16’ê Cotmehê.”

Welatiyek din ku nexwest navê xwe bide axivî û got; “Em niha li navçeya Mexmûrê ne û rewşa me gelek xirabe. Em nikarin bi kêfa xwe li herêma Mexmûr bigerin. Çeteyên DAIŞ ce û genimê me dişewitîne. Em dixwazin pêşmerge vegerin herêmê. Ji ber ku li gorî min artêşa Iraqê li Mexmûrê ne rêxistin kiriye û bê ser û berin. Dema ku pêşmerge li herêmê bûn, pirsgirêka me nebû.”

Heman çavkaniyê got; “Çeteyên DAIŞ tenê 10 kêliyan ji Mexmûrê dûrin. Çete bi kêfa xwe tên û diçin. Kes lêpirsînê li gel wan nake. Niha hatine gundê Grede Şîn, Mela Xanî, Girgiraw û Kurtan Diru. Gelek balkêşe. Niha li çiyayê Qereçox hinek hêz hene. Li ser çiya pêşmerge û nîvê jî DAIŞ. Li xarê jî artêşa Iraqê heye. Em nizanim ev filim çawa bi rêve diçe.”

Welatiyê bi navê Nasir Letîf yê xelkê Mexmûr jî got; “Hebûna çeteyên DAIŞ ya li çiyayê Qereçox metirsiyek mezin li ser gundên herêmê pêktîne. Lê metirsî li Mexmûrê kêmtire.”

Berpirsê komîteya Yekitiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Reşad Gelalî balkêşa ser hejmara çeteyên DAIŞ yê li herêma Mexmûrê û got; “Ev saleke zêdetire çeteyên DAIŞ di çiyayê Qereçoxê dene. Xwe perwerde û bi rêxistin dikin. Hejmara wan ji 300 çeteyan zêdetire. Zêdetirî çeteyan Iraqî ne, lê çeteyên biyanî jî hene. Rêveberên wan jinên Êzidî bi xwere anîne. 3 heya 4 jinên Êzidî li gel wanin. Herwiha zarokên biçûk li gel wan hene. Gelek cûrên çekên wan jî hene.”

Reşad di dewamê got ku dibe ku ev hêz bêne bikaranîn û got; “Ev çekdar tên bikaranîn. Di dema bê de dibe ku li welêt bên bikaranîn. Welatên herêmê û hevpeyamana navnetewî dikarin vana bikarbinin. Wê demê wê gelek bi asanî weke berê herêm bikeve destê çeteyên DAIŞ.”

Gelalî di dawiyê de got; “300 çekdarên DAIŞ’ê çawa li çiyayê Qereçox dijîn? Em hemû dizanin çiyayê Qereçox bê ave û ti çavkaniyek ya wê jî nîne. Ez vê pirsyarê ji wan kesan re dibêjim, ez bawerim ji axaftinên me têdigihin.”

(nr)