Necmedîn Kerîm hat berdan

Waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm duh li paytexta Lûbnanê Beyrûtê ji aliyê polîsên İnterpolê ve hatibû binçavkirin, îro hate berdan.


Ji beriya demek kurt dihinek medya yan de nûçeya azadkirina Waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm hate belav kirin.

Şeva derbazbûyî nûçeya binçavkirina waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm hatibû belavkirin. Ragihandina Iraqê diyar kir ku sefîrê Iraqê yê Lubnanê Elî Amirî ragihandiye ku ew û rayedarên Lubnanê mijara binçavkirina Necmedîn Kerîm dişopînin û wiha hatibû gotin, “Necmedîn Kerîm li gorî qanûnan ji aliyê polîsên İnterpolê ve li paytexta Beyrût ya Lûbnanê hatiye binçavkirin.”

Dr. Necmedîn Kerîm waliyê berê yê Kerkûkê û endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê bû. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û biryara referandûmê, Kerkûkê terk kiribû. Dadgeha Federal a Iraqê jî li ser çend giliyan û bi taybet jî mijarên têkildarî referandûmê biryara binçavkirina Kerîm derxistibû.

(şk)