Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal di saetên serê sibê de ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin ber bi Îmraliyê ve ketin rê.


 Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarıca û Newroz Uysal bi boneya bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin ji Navçeya Gemlikê ber bi Grava Îmraliyê ve ketin rê. Parêzeran piştî serî li Serdozgreiya Komarê ya Bursayê dan û serlêdan hat erêkirin, parêzer îro serê sibê ber bi Grava Îmraliyê ve ketin rê.

 Parêzer herî dawî di 2'ê Gulanê de çûbûn Îmraliyê û peyama Ocalan anîbûn.